Hişkesaliyê bandor li çandiniya li Şengalê kir

Hişkesaliyê mîna li gelek deverên cîhanê bandor li Şengalê jî kir. Lewma çandinî îsal li Şengalê zêde nebû.

Şengal jî weke her devera cîhanê di bin bandoreke giran a guhertina avhewayê de ye. Ava gelek kaniyan kêm bûye yan jî bi temamî çikiya ye. Ji bo ajalan xwarin an jî giha, ji ber kêmbûna baranê peyda nabe. Her wiha bostan, bax û baxçe ji ber ava kêm û germahiya dijwar bi zehmetî têne çandin.

Geliyê Kersê ku li Çiyayê Şengalê ye bi av û kaniyên xwe ve tê naskirin. Lê ava van kaniyan her diçe kêmtir dibe. Geliyê Kersê ne tenê bi ava xwe, her wiha bi çandina tûtinê û bostanên xwe jî naskirî ye.

Şakir Ebdî ciwanekî 19 salî ye, ji navçeya Tilizêrê ye. Lê ji fermana 2014’an de heya niha li Geliyê Kersê gundê Qubanê de bi malbata xwe re dimîne. Şakir Ebdî ku çandiniya ceh dike, qala jiyana li Geliyê Kersê kir:

"Geliyê Kersê fireh e û gelek gund di nav de hene. Gundê niha em lê ne navê wê Qubanê ye. Li vir bi giranî tûtin tê çandin. Di meha 11'an de tê komkirin. Çandina wê 3 mehan dewam dike. Niha jî havîn e, me ji bo pezên xwe ceh çandiye."

Şakir karê çinîna genim, ceh û tûtin ji hevalên xwe fêr bûye. Şakir qala zehmetiyên karê xwe kir û wiha anî ziman: "Her karekî zehmetiya xwe heye. Ev kar jî ruxmî ku tenê ji bo xwarina pezên me ye lê dîsa zehmet e. Tu diçînî û av didî, piştre bi destê xwe kom dike. Ji ber ku çiya ye, patoz nikare bê vir. Lewma em bi destê xwe diçinin. Bi giştî li Şengalê xelk ganim diçîne lê îsal baran ne li gorî genim bû. Lewma yên ku çandin e, kêmin û hemû jî bi serketî encam nedane."

Şakir Ebdî bêyî ku navberê bide karê xwe ji mere qala guhartina hewayê xwezayê kir û zerarê ku dane jiyana wan û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Îsal av gelekî kêm bû. Par baran gelek kêm hat. Îsal baran zêdetir hat, lê dereng hat. Lewma ti feydeyek neda genim. Ev ceh ku me çandiye jî ji ber ava kêm min hemû bi destê xwe av dida. Bi giştî Şengal îsal di çandina genim de gelek serketî nebû."