SOMA: Divê Hikûmeta Herêmê demildest îxracata petrolê rawestîne

Rêveberê SOMO yê ji firotina petrola Iraqê berpirsyar Ela Yasirî ragihand ku divê hikûmeta herêmê demildest îxracata petrolê ji bo Tirkiyê rawestîne.

Komîsyona Petrolê ya Parlamentoya Iraqê û Rêveberê Giştî yê Şîrketa SOMO Ela Yasirî ku berpirsê firotina petrolê ye, li ser hilberîna petrola Iraqê û petrola Herêma Kurdistanê hevdîtin kirin.

Parlamenterê Tevgera Nifşê Nû yê Parlamentoya Iraqê Umêd Mihemed jî ragihand ku ew di civînê de amade bûne. Umêd Mihemed der barê naveroka civînê de agahiyên girîng parve kirin.

Di civînê de rêveberê SOMO’yê ragihand ku Iraq rojê 3 milyon û 700 hezar bermîl petrolê hildiberîne û got ku wan armanc kiriye ku heta sala 2027‘ê bigihêje 8 milyon bermîlan.

Ela Yasirî jî diyar kir ku Herêma Kurdistanê di ser Xeta Boruyan a Ceyhanê re rojane, 430-450 hezar bermîl petrolê difiroşe. El Yasirî got ku bi tenê ev tê zanîn, lê Herêma Başûrê Kurdistanê bi rêya bejahî çiqas petrolê difiroşe nizanin.

Ela Yasirî têkildarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser petrola Başûrê Kurdistanê jî da xuyakirin ku ji bo bicihanîna biryarê wan komîsyonek ava kiriye û li erkdarên Herêma Kurdistanê gelek pêşniyaz kirine.

Ela Yasirî anî ziman ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan re gotiye çar serokên herêmê jî wê biryara dadgehê qebûl nekin. 

Rêvebirê Şirketa Somoyê derbirî ku wan şêwirmendên xwe ji bo gilîkirina şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê erkdar kirine. Her wiha bi lêv kir ku ew ê bankayên pereyên petrolê tê de ne re jî hevdîtinê bikin.

Ela Yasirî da xuyakirin ku wê Dadgeha Parîsê di Tebaxa 2022an de wê di eleyhê Tirkiyeyê de biryarê bide. Ela Yasirî got ku piştî biryarê wê dozên wan dewam bikin û got: “Divê rêvebiriya herêmê dev ji firotina Tirkiyeyê ya petrolê berde.“ Ela Yasirî diyar kir ku îcab bike ew ê hesabên bankayê yên Herêma Kurdistanê bigirin.

Ela Yasirî da zanîn ku Iraqê ji bo xeta borûyan a petrolê bi tenê dolarek 8 sent dane, lê Herêma Kurdistanê ji bo xetên borûyan çend caran zêdeyê Tirkiyeyê dolar dane.