Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 197’an de didome

Malbatên girtiyan di roja 197’emîn a Nobeta Edaletê de gotin “Êdî em naxwazin ji girtîgehan tabûtên zarokên me derkevin.”

Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di 16’ê Mijdarê de li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatên girtiyan di roja 197’an de çalakiya xwe li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê domand. Beşdaran pankarta “Azadî ji girtiyên nexweş re” vekiribûn. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê jî di daxuyanîye de amade bûn.

Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Reşahat Ada bi lêv kir ku ev 7 meh in Nobeta Edaletê digirin lê hêj jî daxwazên wan nehatiye bicihanîn. Ada, destnîşan kir ku naxwazin cenazeyên zarokên wan ji girtîgehan derkevin û wiha got: “Çima dengê me nabihîsin? Bila zarokên me berdin û em ê zarokên xwe derman bikin. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe deynin ser milê xwe û ji girtîgehan derxînin. Bila înfaza zarokên me neşewitînin. Banga me ji bo wezîrê edaletê ev e; edalet ji bo her kesî ye û edaletê pêk bînin.” 

Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, Hiqûq, Edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.