Gerîlayan li Girê Hakkarî li dagirkeran da: Herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin

Dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên li herêma Berxwedana Girê Hekkarî ya Metîna ku pevçûnên dijwar diqewimin bi pêş ve biçin, ji her du aliyan de hatin gulebarankirin; Herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Metîna şerên dijwar rû dane û gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi awayekî bi bandor derbe li dagirkeran dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Berxwedana Girê Hakkarî ya Metîna şerên dijwar diqewimin û got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabur de; Dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Akîf ve bi pêş ve biçin, ji her du aliyan ve hatin gulebarankirin. Herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin. Cenazeyên 2 dagirkeran di bin kontrola gerîlayan de ne. Li herêmê pevçûnên dijwar didomin.“