Li Wanê êşkence li 2 girtiyan hate kirin, 3 girtî jî hatin sirgunkirin
Li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Wanê êşkence li girtiyên bi navê Mehmet Kultur û Feyyaz Başak hate kirin, 3 girtî jî hatin sirgunkirin.
Li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Wanê êşkence li girtiyên bi navê Mehmet Kultur û Feyyaz Başak hate kirin, 3 girtî jî hatin sirgunkirin.
Hate ragihandin li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Wanê êşkence li girtiyên bi navê Mehmet Kultur û Feyyaz Başak hatiye kirin. Hate diyarkirin gardiyanan her du girtî bi erdê re kaş kirine û ev her du girtî xistine hucreya yekkesî.
Hate diyarkirin li heman girtîgehê jî girtiyên bi navê Ramazan Kaya, Abdulkadîr Naz û Metîn Erîşmîş jî hatine sirgunkirin. Nehate zanîn ku ev girtî şandine ku derê.