KCK: Wê serfirazî bibe ya kesên bi ruhê 1’ê Hezîranê li ber xwe didin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir berxwedana bi heybet a li Herêmên Parastinê yên Medyayê lûtkeya pêngava 1’ê Hezîranê ye û banga tevlêbûna pêngava Cenga Azadiyê kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê pêngava 1’ê Hezîranê ya ku yek ji dema girîng a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye, pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Pêngava 1’ê Hezîranê li hemberî êrişên tasfiyekar ên hundir û derve yên wekî dûmahîka komploya navneteweyî pêngaveke têkoşîn û azadiyê ya dîrokî ye û bang li hemû kesan hate kirin ku bila tevlî pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ya Koordînasyona Komalên Ciwan bibin a ku li dijî dagirkerî û qirkirinê hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em pêngava 1’ê Hezîranê ya ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de yek ji serdema herî girîng e, li gelên xwe, hêzên şoreşger û demokrat û ji mirovayetiya berxwedêr re pîroz dikin. Di şexsê bi hezaran şehîdên ku pêşengiya pratîk a pêngava 1’ê Hezîranê bi serkeftî meşandin û têkoşîn gihandin vir, em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîna şehîdan bin û em ê bîranîna wan bigihînin serfiraziyê.

Pêngava 1’ê Hezîranê li hemberî êrişên tasfiyekar ên hundir û derve yên wekî dûmahîka komploya navneteweyî, pêngaveke têkoşîn û azadiyê ya dîrokî ye ya ku bi pêşengiya gerîla hatiye destpêkirin. Tasfiyekariya navxweyî ya ku xwe spartibû hêzên komployî yên navneteweyî dixwest tevgerê ji xeta wê ya azadî û armanca wê dûr bixîne û wê biqedîne. Pêngava 1’ê Hezîranê li hemberî vî tiştî bûye gaveke dîrokî. Bi pêngava 1’ê Hezîranê re tasfiyekarî tasfiye bûye û armanca hêzên komployê jî hatiye pûçkirin.

Pêngava 1’ê Hezîranê bi çawaniya xwe ya îdeolojîk, siyasî, civakî û leşkerî li hemberî îxanet û teslîmiyetê helwesta azadiyê ya gelê Kurd, ruh û têkoşîna wê xurt kiriye, li ser esasê neteweya demokratîk û rêxistintinkariya wê asteke bilind derxistiye holê. Pêngavê ji bo avakirina paradîgmaya azadîxwaz a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan a Rêber Apo re jî zemîneke xurt ava kiriye û bûye bergîdaniya pratîk a şerê gel a şoreşgerî. Îro berxwedana bi heybet a ku li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Xakurkê tê kirin, tê wateya lûtkeya pêngava 1’ê Hezîranê.

Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst ji bo qirkirina li ser Kurdan temam bike û xeyalên xwe yên Mîsak-i Millî bi cih bîne, gerîla li ser xeta serfiraziyê bi qehremanî li ber xwe dide û derbên giran li dijmin dide. Em careke din şehîdên Zap, Avaşîn û Metînayê yên ku ruhê pêngava 1’ê Hezîranê gihandine asta herî bilind bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê yên ku bi ruhekî fedaî li ber xwe didin, Zap û Avaşîn ji dijmin re kirine goristan bi hestên herî kûr ên rêhevaltiyê silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Di vî şerî de wê dewleta Tirk a mêtinger û qirker û şirîkên wan têk biçe, wê berxwedana gerîla û gel bi ser bikeve.

BERXWEDANA GERÎLA PLANÊN DEWLETA TIRK XERA KIRIYE

Dewleta Tirk a qirker û mêtinger, dixwest di nava demeke kurt de berxwedana gerîla bişkîne, Başûrê Kurdistanê dagir bike. Berxwedana gerîla ya fedaî, planên dewleta Tirk a faşîst û qirker xera kiriye. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ne bi tenê li hemberî teknîka herî pêşketî ya serdemê, li hemberî çekên kîmyewî yên ku bikaranîna wan sûcê şer û mirovayetiyê ye jî berxwedaneke mezin nîşan dide û dîroka berxwedaneke nû dinivîse. Gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dike, careke din îspat kiriye ku ew ê di bin hemû şertan de Kurdistan û gelê Kurd li hemberî êriş û dagirkeriya dijmin biparêze.

Li her ciha ku dijmin dixwaze lê bi cih bibe, gerîla bi hêzeke xurt a lêdanê çalakiyên serkeftî dike û her roj derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixe. Dewleta Tirk û faşîzma AKP û MHP’ê ji bo ku li ser xwe bisekine, hemû hêviya xwe bi şerê li dijî Kurdan girêdaye û rastiyan ji raya giştî vedişêre.

BÊDENGMAYÎN TÊ WATEYA ŞIRÎKATIYA SÛC

Dewleta Tirk dema ku li hemberî gerîla têk diçe, sûcê şer dike û çekên kîmyewî bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî mirovayetî û yê şer e. Neteweyên Yekbûyî di serî de em bang li hemû hêz û saziyan dikin ên ku îmze dane peymanên navneteweyî yên ji bo qedexekirina çekên kîmyewî, divê bêdeng nemînin û helwesta xwe ya li hemberî dewleta Tirk a qirker zelal bikin. Bêdengbûna li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî tê wateya şirîkatiya sûcê mirovayetiyê yê tê kirin.

Em bang li gelê xwe, dostên xwe û mirovayetiyê dikin ku bila li hemberî vî sûcê mirovayetiyê yê dewleta Tirk têkoşîna xwe geştir bikin.

GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ QIRKIRINA HERÎ HOVANE YE

Dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê xwedî feraseta dijminatiya Kurdan e. Hedefa wan ne bi tenê gerîla û tevgera azadiyê ya Kurdan e. Ji ber ku tevgera azadiyê ya Kurdan li dijî qirkirinê ye, dewleta Tirk êrişî wê dike. Dewleta Tirk dijminê Kurdan e û armanca wê ya esasî ev e ku hebûna Kurdan ji holê rakin. Li ser vî esasî li her derê êrişî Kurdan dike, Kurdan qetil dike û wekî ku li Rojava dixwaze li ser axa Kurdan demografiyê biguherîne. Guherandina demografiyê îroj qirkirina herî hovane ye. Dewleta Tirk, DYE û Ewropa di serî de dixwaze hemû hêz û saziya ku têkiliya wê pê re heye, bike şirîkê qirkirina Kurdan û li ser wan ferz dike ku bila piştgiriyê bide wê. Em bang li van hêzan dikin ku bila nebin şirîkê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk. Divê bi gelê Kurd re bin ya ku têkoşîna herî mafdar û meşrû ya dinyayê dimeşîne.

BANGA JI BO REWŞENBÎR, NIVÎSKAR Û HUNERMENDAN

Li hemberî dijminatiya li hemberî Kurda a ku dewleta Tirk a qirker û mêtinger û faşîzma AKP û MHP’ê dike, gelê Kurdistanê yê welatparêz di serî de divê hemû gel, dostên me û alîgirên demokrasiyê li her derê têbikoşin. Gerîla çawa li hemberî dijmin li ber xwe dide û têdikoşe, divê her kes li cihê xwe li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê têkoşînê geştir bike.

Rewşenbîr, nivîskar û hunermend li hemberî civakê berpirsyariya wan heye. Li hemberî êrişa topyekun a li ser hebûna Kurdan divê rewşenbîr, nivîskar û hunermend bêtir xwedî li peywirên xwe derkevin û pêşengtiyê ji civakê re bikin. Divê mirovên rewşenbîr û pêşverû yên civakê înisiyatîfê bistîne û têkeve nav hewldanan. Di serî de divê bi gerîla û gel re bin. Gerîla li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, îxanet û dagirkeriyê li ber xwe didin. Rewşenbîr, nivîskar û hunermend divê pêşengtiyê ji vê têkoşînê re bikin.

EM BI RUHÊ CIWANTÎ YÊ APOYÎ PÊNGAVÊ GEŞ BIKIN

Koordînasyona Komalên Ciwan li hemberî dagirkerî û qirkirinê Pêngava Werin Cenga Azadiyê dabû destpêkirin, em vê pêngavê gelekî watedar dibînin û diyar dikin ku em bi vê pêngavê re ne. Ciwanên Kurd ên welatparêz di serî de, em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî vê pêngava ciwanan bibin. Gerîla bi ruhê ciwanan li ber xwe dide û têdikoşe. Gelê Kurdistanê yê welatparêz û ciwanên wê, divê li her derê bi ruhê ciwanan ên Apoyî têkoşînê geş bikin.

Wê dewleta Tirk a mêtinger û qirker û şirîkê wan têk biçin. Wê serfirazî bibe ya jin, gel û mirovên ku dilê wan bi agirê azadiyê diavêjin ên ku bi ruhê 1’ê Hezîranê li ber xwe didin.”