Nûnerê HDP'ê: Jiyana me di xetereyê de ye

Nûnerê HDP'ê Mehmet Çelîk diyar kir ku ew bûye hedefa çapemeniya Tirk û jiyana wî di xetereyê de ye.

Nûnerê HDP'ê û penaberê siyasî yê Bakurê Kurdistanê Mehmet Çelîk bi heyeta HDP'ê ya ku hat Silêmaniyê re hevdîtin kir. Çelîk ku di hevdîtinên li Silêmaniyê bi heyeta HDP'ê re cih girt, diyar kir ku ji aliyê çapemeniya Tirk ve hatiye hedef nîşan dan. Çelîk diyar kir ku ew û malbata xwe bûne hedefa dewlta Tirk û got: “Jiyana me ne di ewlehiyê de ye.“

Mehmet Çelîk û bi malbata xwe re li Silêmaniyê der barê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Çelîk anî ziman ku ew kesekî sivîle û nûnerê HDP’ê yê Silêmaniyê ye. Bi domdarî Çelîk, wiha got: “Ez zewicandî û bavê du zarokan im. Civak min nas dike. Medya Tirk min dike hedef. Ez ji bilî HDP'ê ne endamê tu partî û rêxistinekê me.“

Çelîk da zanîn ku ji beriya niha jî dewleta Tirk çend hevalên wan ên penaberên siyasî qetil kiriye û wiha pêde çû: “Çawan Şehîd Mehmed Zekî Çelebî qetilkirin, wisan dixwazin bi navê PKK’ê me tevan hedef bigrin û qetil bikin. Ger her tiştek were serê min yekem car dewleta Tirk jê berpirse, piştî wê jî asayîşa YNK’ê ye, bila agahdar bin. Her kes dizane endamên PKK’ê na zewicin e.”

Piştre li ser navê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Muslim Kaplan jî axivî. Muslim piştgiriya xwe ji nûnerê HDP’ê Mehmed Çelîk re anî ziman û bang li hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê kir ku ewlehiya jiyana wan bi parêzin.

Kaplan diyar kir ku ji bo tu komkujî pêk neyê divê hêzên ewlehiyê bi baldar bin û got: “Dewleta Tirk bi rêya PDK’ê hevrêyên me û penaberên siyasî qetil dike. Piştre jî kujer direvin diçin Hewlêrê û PDK kujeran di parêze.”

Hêjayî bibîrxistinê ye Penaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê Xwaringeha Deniz a li Silêmaniyê Mehmed Zekî Çelebî di şeva 17’ê Gulanê de li ber deriyê xwaringeha xwe ji aliyê MÎT’a Tirk û PDK’ê ve hate gulebarankirin û piştre li nexweşxaneya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû.