'Dewleta Tirk li hemberî têkoşîna gerîla asê maye'

Gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedana li Zap û Avaşînê silav kirin û gotin, dewleta Tirk a ku bi navê 'Pençe-Kîlît' dest bi êrişên dagirkeriyê kiriye, li pêşberî têkoşîna gerîla, bi xwe 'kilît' bûye.

Komek ji gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hev civiyan û gerîlayên ku bi rengekî fedaî li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Zap û Avaşînê li ber xwe didin, pîroz kirin.

Gerîlan bi dirûşma "Bijî berxwedana Zagrosan" û tilîliyan berxwedana li Zap û Avaşînê silav kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna li dijî dijmin tê kirin ji gelên bindest re bûye mînak.

Gerîlayên HPG û YJA Starê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û li ser berxwedana li Zap û Avaşînê wiha axivîn:

Xemlîn Kobanê: Di şexsê hevala Mizgîn de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Hevalên me yên gelekî hêja û pêşeng meha Gulanê şehîd bûn. Jİ ber vê yekê meha Gulanê bi wate û girîng e. Di meha Gulanê de yek ji hevrêyên me yên şehîd bûn hevala Mizgîn e. Hevala Mizgîn hem tevlî karên siyasî, hem jî civakî û çand û hunerê bû. Hevala Mizgîn bi têkoşîn û berxwedana xwe bû pêşeng, em jî li ser xeta wê têdikoşin.

Hêzên YJA Starê jî niha li ser xeta berxwedanê ya şehîdên me têdikoşin. Bi taybetî li Zap û Avaşînê gerîlayên YJA Star û HPG'ê bi rengekî lehengî li ber xwe didin. Dewleta Tirk her roj bi hêza xwe ya teknîkê êrişî hevalên me dike, tevî vê yekê jî nikare ji berxwedana gerîla derbas bibe. Li çeperên berxwedanê şerê man û nemanê tê meşandin. Dewleta Tirk dixwaze bi hevkariya PDK'ê temamiya Başûr dagir bike. Mîna Rojava, Şengal, Mexmûr û Kerkûkê li gelek qadan li dijî êrişên dijmin berxwedan dewam dike. Dijmin di şexsê gerîlayên YJA Star û HPG'ê de dixwaze gelê Kurd qir bike. Weke şervanên Rêber Apo em ê ti carî nehêlin ku dewleta Tirk û hevkarê wê PDK bigihêjin armanca xwe. Di vê mijarê de karê dikeve ser milê xwe em ê bikin û divê gelê me jî hîn bêhtir piştgiriyê bide berxwedanê. Bi taybetî divê li hemberî PDK'ê helwesteke cidî nîşan bide. Jin û ciwan divê li dijî vê xiyanetê bêdeng nemînin. Em destûrê nedin ku dijmin xaka me gemarî bike. Li dijî êrişên dagirkeriyê divê gelê me berxwedana xwe mezintir bike.

Demeke dirêj e agahî ji Rêberê me nayê girtin. Dewleta Tirk ji ber ku li hemberî gerîla gelekî tengav bûye tecrîda li ser Rêberê me girantir dike. Dijmin her ku dibîne ku dawiya wê nêzîk bûye, bêhtir zextê li Rêberê me dike. Weke şervanên Rêber Apo em ê heta dawiyê li hemberî hemû êrişan li ber xwe bidin.

Welat Rojhilat: Di şexsê hevalê Hakî Karer, Hozan Mizgîn û şehîdên li Hewlêrê bi destê PDK'ê hatin qetilkirin hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Soza ku me dane hevrêyên xwe yên şehîd dubare dikin; em ê armancên wan bi ser bixînin.

Dijmin bi şerê dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd li her qadê li dijî gelê Kurd û gelên alîgirê azadiyê şerekî mezin dike. Gerîlayên HPG û YJA Starê li hemberî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê berxwedaneke bêeman dimeşînin. Dewleta Tirk dixwaze gerîla tune bike û xwe bigihîne armancên xwe yên Osmaniya nû. Erdogan ê faşîst jî serkêşiyê ji vê re dike. Bi vî rengî dixwaze Kurdistanê careke din talan bike. Lê belê bi berxwedana gerîla ya li Zap û Avaşînê re dewleta Tirk asê maye. Gerîla her roj bi dehan leşkerên dijmin ceza dike.

PDK ku di dîrokê de jî bi xiyaneta xwe tê naskirin bi her awayî piştgiriyê dide dijmin. PDK û malbata Barzanî êdî divê bê ser rêya rast. Wê heta kengî di nava xiyanetê de bin. Dewleta Tirk wê ji sedî sed di vî şerî de têk biçe, hevkarê wê PDK jî wê bi vî rengî dawî li xwe bîne. Lewma divê tavilê ji vê rêya şaş vegere. Ciwanên Kurd jî li hemberî êrişên dijmin divê tevlî nava refên gerîla bibin. Ev şer ji bo gelê Kurd şerê hebûn û tunebûnê ye. Lewma divê gelê me li her qadê rabe ser piyan. Têkoşîna ku gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dijmin dimeşîne mînak e ji gelên bindest hemûyan re. Careke din têkoşîna gerîla silav dikim, bejna xwe li ber berxwedana wan bi rêzdarî ditewînim.

Dilpak Cûdî: Erdogan hemû derfetên xwe bi kar tîne û li dijî gerîla dest bi êrişê kir. Li gel hêza xwe ya teknîkê û çekên giran jî nekarî li hemberî gerîla bi ser bikeve. Tevî ku gazên kîmyewî û her cûre çekên qedexekirî jî bi kar tîne nikare ji berxwedana gerîla derbas bibe. Bi piştgiriya PDK'ê dixwazin gelê Kurd û gerîla tune bikin, lê wê nikaribin bi ser bikevin. Sala 2008'an hîn em zarok bûn me bihîst ku dewleta Tirk bê çawa li Zapê têk çû. Dijmin mîna sala 2008'an wê îro jî li hemberî berxwedana gerîla têk biçe. Yên ku sala 2008'an zarok bûn îro bûne gerîla û li çiyê li dijî dijmin şer dikin. Erdogan ne li Zapê, ne li Avaşînê ne jî li devereke din wê nikaribe gerîla têk bibe. Serketin wê ya gerîla be.

Axîn Nemir: Destpêkê hemû hevalên li Zap û Avaşînê li ber xwe didin silav dikim, hevrêyên şehîd jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Dijmin tevî ku gazên kîmyewî û çekên qedexekirî bi kar tîne nikare bi berxwedana hevalên me. Em niha li qadên cuda ne, lê belê dilê me bi hevalên me yên li Zap û Avaşînê re ye. Berxwedana hevalên me ya li wê herêmê hîn bêhtir hêzê dide me. Em ê tola hevrêyên xwe yên li Zap û Avaşînê şehîd bûne teqez hilînin.

Çiyako Gabar: Em li ser xeta berxwedanê ya hevrêyên xwe yên pêşeng ên şehîd bûne, têkoşîna xwe dewam dikin. Heta dawiyê em ê li ser xeta şehîdan bimeşin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin. Dijmin li ser herêmên Zap û Avaşînê dest bi êrişeke mezin kiriye. Dewleta Tirk vî şerî bi tena serê xwe nameşîne. NATO jî di nava vî şerî de heye. Em ê nehêlin ku dewleta Tirk bi hêsanî li xaka Kurdistanê tevbigere. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li dijî dagirkeran têbikoşin.

Azad Tolhildan: Li dijî êrişên dewleta Tirk, gerîlayên HPG û YJA Starê li Zap û Avaşînê têkoşîneke gelekî xurt dimeşînin. Ev têkoşîn nîşan dide ku bawerî û îdeolojiya me çiqasî xurt e. Li aliyekî berxwedaneke bi vî rengî heye, li aliyê din jî xiyaneta PDK'ê heye. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Dijmin çekên kîmyewî jî bi kar tîne lê nikare îradeya me bişikîne. Dewleta Tirk ji hêza xwe ya teknîkê bawer dike, lê em jî ji xet û îdeolojiya Rêbertî bawer dikin.

Ji darbeyên ku li dijmin tê xistin mirov dikare fêhm bike bê dewleta Tirk li hemberî gerîla çawa têk diçe. Zêdeyî 400 kuştî dane. Hêza şerkirinê bi leşkerên Tirk re nîne. Tenê ji hêza teknîkê bawer dikin. Lê belê bila dijmin zanibe ku ji aliyê teknîkî ve çiqasî xurt jî be wê ti carî nikaribe gerîla têk bibe.

Di vê berxwedanê de hin hevalên me şehîd bûn. Di encama xiyaneta PDK'ê de hevalên me şehîd bûn. PDK îdîa dike ku Kurd e lê belê hêzeke ku Kurdîtiyê difiroşe. Gelê me divê li ber xiyaneta PDK'ê rabe. Bi taybetî jî gelê Başûr divê li dijî vê xiyanetê rabe ser piyan. Ev ne xiyaneteke ji rêzê ye. Ji salên 1990'î û vir ve xiyaneta PDK'ê tê zanîn. PDK jî divê zanibe ku heta bi vî rengî tevbigere aqûbeta wan jî wê mîna ya AKP'ê be. Herî dawî bang li gelê Kurd dikim ku tevlî vî şerê man û nemanê bibe. Divê em berxwedanê bi ser bixînin û Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin.

Jînda Hêvî: Em di pêvajoyeke gelekî giran de ne lê belê ji her demê bêhtir em xurt in. Mirovek ku bi îdeolojiya PKK'ê mezin bûye ji berxwedanê wêdetir jiyanekê qebûl nake. Em bi vê felsefeyê mezin bûn. Hevrêyên me yên li Zap û Avaşînê li ber xwe didin ev yek careke din nîşanî me dan. Ti hêz nikare li hemberî îradeya PKK'ê bisekine. Em ê armancên hevrêyên xwe yên di êrişên dijmin de şehîd bûn, bi cih bînin.

Dewleta Tirk navê 'Pençe-Kîlît' li operasyonên dagirkeriyê kir, lê belê di dîroka xwe de cara yekê tiştekî rast gotin, lê bi serê wan ve hat: Li Zap û Avaşînê kîlît bûn. Hevalên me bi berxwedana xwe dijmin li wê herêmê asê kirin. Ji aliyê fîzîkî ve em bi hevrêyên xwe re nebin jî dilê me bi wan re ye, dilê me li wan çeperên berxwedanê lê dide. Bi taybetî çalakiyên hevalên me yên jin gelekî bandorê li me dikin. Ji bo me dibe moraleke mezin. Em dibînin ku çalakiyên hevalên jin çiqasî dijmin tengav dike.

Di şerê li Zap û Avaşînê de PDK'ê aliyê xwe diyar kir, xwe da aliyê dijmin. Ji dîrokê û vir ve xiyaneta PDK'ê dewam dike. Di rehê PDK'ê de eger Kurdîtî hebûya rêyeke wiha hilnedibijart. Eger Kurd bûya wê xaka Kurdistanê parçe parçe nefirota. Bila PDK ji bî rneke, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe vê xakê biparêzin û nehêlin ku dijmin bi hêsanî li Kurdistanê bimîne.