Cenazeyê kolber Seydanîferd ê dibin aşûtê de mayî hat veşartin

Cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd ku 4 meh berê li Şemzînanê di bin aşûtê de mabû û 2 roj berê hatibû dîtin, li gundê Bawane yê bi ser navçeya Mêrgever a Ûrmiyeyê ve hat veşartin.

Beriya niha bi 4 mehan, di 13'ê Çileya 2022'yan de, li herêma Binarê ya Şemzînana Colemêrgê kolberên bi navê Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferd û Barzan Mihanî dema ku derbasî wî aliyê sînorê Şemzînan a Colemêrgê bûbûn di bin aşûtê de mabûn û winda bûbûn. Beriya niha bi 2 rojan hatibû ragihandin ku gundiyan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd yê ji gundê Bawanê yê Mêrgevera Urmiyeyê dîtiye. Cenaze ji aliyê şêniyên mezrika Gelêşmê ya gundê Garê yê navçeya Şemzînanê ve hatiye dîtin. Cenazeyê Seydanîferd ku duh ji bo karûbarên otopsiyê rakiribûn nexweşxaneyê Colemêrgê, malbatê piştî otopsiyê cenaze biribû bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê.

Îro li Ûrmiyeyê piştî kar û barên otopsiyê, cenazeyê Seydanîferd pişt nîvro li gundê Bawane yê navçeya Mêrgever ya Ûrmiyeyê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat veşartin.