Endamên Komeleya Karkerên Mezopotamya û bi dehan welatparêzên Bakurê Kurdistanê û siyasetmedar ji bo parastina ewlehiya wan û diyarkirina kujerên Mihemed Zekî Çelebî ku 17’ê Gulanê li ber xwaringeha xwe di encama êrîşeke sûîkastê de şehîd bû, çalakiya rûniştinê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Silêmaniyê dan destpêkirin.
Di nava çalakvanan de hevjîna Mihemed Zekî Çelebî Nûrten Çelebî jî heye.
Çalakvan diyar dikin ku daxwazên wan ew e ku bên parastin û kujerên hevalên xwe bên diyarkirin û cezayê pêwîst ji bo wan bê dayîn.
Rayedarên Ofîsa NY hewl didin çalakvanan qane bikin ku dawî li çalakiya xwe bînin.
Çalakî didome.