KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Girtîgeha Qubînê girtî Siddik Ûgûr hate qetilkirin
Li Girtîgeha Qubînê ya Tîpa T'yê girtiyê nexweş Siddik Ûgûr hate qetilkirin. Rêvebiriya girtîgehê îdia kir ku Ûgûr întîxar kiriye. -
Sersaxiya gerîla Înalhan bi serdanên girseyî didome
Sersaxiya gerîlayê HPG’ê Ayhan Înalhan (Mîrza Rênas) bi serdanên girseyî didome. -
Şandeya HDP’ê û OHD’ê serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 443’yemîn de berdewam dike. Şandeya ji HDP’ê û OHD’ê pêk dihat serdana Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir. -
HPG: 26 dagirker hatin cezakirin, çekên wan hatin desteserkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger’ de di çalakiyên gerîlayan de 26 dagirker hatine cezakirin û çekên wan hatine desteserkirin. -
Xizmên girtiyan: Hûn ê hînê çiqasî bêdeng bimînin?
Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne, nerazîbûn nîşanî bêdengiya li pêşberî zilma li girtîgehan dan û gotin, "Hûn ê hînê heta kengî li hemberî kuştinan bêdeng bimînin?" -
Malbata Şenyaşar edaleta ‘qilopilo’ red kir
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên hatibûn qetilkirin 443 roj in di Nobeta Edaletê de ne diyar kirin ew ‘edaleteke qilopilo’ qebûl nakin. -
HPG'ê şehîd Tîrêj Germav bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê Tîrêj Germav ê 29'ê Mijdara 2016'an şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em ê meşa xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin û armancên şehîdên pêk bînin." -
Bayik: Divê ciwanên Kurd karibin li her derê şer bikin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bang li ciwanên Kurd kir û got “Peywirên xwe yên ji bo vî gelî pêk bînin. Divê ciwan karibin peywirên dîrokî yên ku gel dane wan bi cih bînin. Ew çi bikin heqê wan e, rewa ye.” -
Operasyona Şoreşgerî ya li Çiyareşê: 12 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada Çiyareş a Zapê Operasyoneke Şoreşgerî kirin. Di encamê de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 6 çek û gelek malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin. -
'Çeka me ya herî mezin paradîgmaya me ye'
Gerîla Rojhat Qehreman diyar kir ku çeka wan a herî mezin paradîgmaya wan e û got, "Dibe ku çekên me yên mezin tune bin, lê belê bawerî û îradeya me ewqasî mezin e ku dikare şer bike û bi ser bikeve." -
Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR’ê Dîlan Înan hat veşartin
Gerîlaya YJA-STAR’ê Dîlan Înan ya ku li Bestayê di şer de şehîd bû, li Sêrtê hat veşartin. -
Li Kurojahroyê pêngava tolhildanê: Gerîla çû ser 6 cenazeyên dagirkeran
Hat zanîn ku berdestê sibehê gerîlayan li Kurojahroyê çalaki li dar xistiye û çûne ser 6 cenazeyên dagirkeran, gelek dagirker ceza kirine, dest dane ser çek û alavên leşkerî. -
Li dijî dagirkeriyê wê meşeke mezin ji Koye heta Behdînanê bê lidarxistin
Însiyatîfa Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê ragihand ku wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û hevkariya PDK’ê meşek girseyî ji Koye heta Behdînanê li dar bixin. -
HPG: 19 dagirker hatin cezakirin, çeperek, 2 mobesse û teleskopek hate îmhakirin
Gerîlayen Azadiya Kurdistanê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê rêzeçalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 19 leşkerên Tirk hatin cezakirin, 4 leşker birîndar bûn, çeperek, 2 pergalên kameraya mobeseyê û teleskopeke leşkerî hatin îmhakirin. -
Li Wanê Nobeta Edaletê hate astengkirin, li Amedê ji bo girtiyan bang hate kirin
Li Amed û Wanê di Nobetên Edaletê de nerazîbûn nîşanî zext û êrişên li ser girtiyan hate dayîn. Çalakiya li Wanê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin. -
Gelo doza avêtina ji helîkopterê tê nixumandin?
Di doza Servet Tûrgût û Osman Şîban de ku sala 2020'î li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin û di encmê de Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da, hîn jî îdîaname nehatiye amadekirin. -
Li Cûdî û Bestayê talankirina daran dewam dike
Piştî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk, li Cûdî û Bestayê talankirina daran dewam dike. -
Çeteyên DAÎŞ’ê li Germiyanê malbatek qetil kir
Çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Germiyanê 6 kesên ji heman malbatê qetil kir û leşkerekî Iraqê kuşt. Di êrişê de 8 kes jî birîndar bûn. -
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên 19'ê Gulanê li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Bi biryardariya xwe ya li ser têkoşînê, bûn milîtanên mînak û cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girtin." -
Koordînasyona Komalên Ciwan bang kir: Li her derê berxwedan, li her derê seferberî
Koordînasyona Komalên Ciwan li dijî êrişên dagirkeriyê bang li Kurdan kir ku li her derê li ber xwe bidin, li her derê rabin seferberiyê û got, "Roj roja serhildanê ye. Bi her rê û rêbazê em çalakiyan bikin." -
Cemîl Bayik: Wê Zap ji wan re bibe goristan
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got "Wê Zap ji wan re bibe goristan, wê desthilatdariya AKP û MHP’ê têk biçe. Divê her kes vî tiştî bibîne û hesabê xwe li gorî vî tiştî bike." -
Salvegera 23'emîn a damezrandina KNK'ê hate pîrozkirin
KNK'ê salvegera 23'emîn a damezrandina xwe li gelê Kurdistanê pîroz kir û got, "KNK bûye pirek di navbera partî, sazî û kesayetiyên Kurd, Kurdistanî, pêkhate û baweriyên etnîkî yên Kurdistanê de." -
Ji ber qirêjiya hewayê li Îdirê her sal 450 kes dimirin
Wekîlê HDP'î Habîb Eksîk ragihand, ku ji ber qirêjiya hewayê li Îdir û derdora wê di nava 10 salan de nexweşiyên kanserê ji sedî sed zêde bûn û got, ji bo pêşî li vê zerarê bê girtin divê tavilê polîtîkayeke lezgîn bê afirandin. -
'Em di rojên serketinê de ne'
Gerîlayên YJA Starê yên li qada Biradostê diyar kirin ku gerîlayên li Zap û Avaşînê di tunelên şer de li ber xwe didin ji bo gerîlayên li Xakurkê dibin hêz û moral û gotin, "Dibe ku çend heval di nava vî şerî de ne, lê belê gerîla hemû bûne yek dil." -
Malbata Dokû çalakiya xwe bi dawî kir
Malbata Dokû ku ji bo aqûbeta keça xwe Gulîstan Dokûyê li Qada Seyîd Riza çalakiya rûniştinê li dar xistibû, çalakiya xwe bi dawî kir. Bav Halît û dayik Bedriye dê sibê jî li ber Walîtiya çalakiya rûniştinê li dar bixe.