Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 497’an de ye

Nobeda Edaletê di roja 497'an de berdewam dike, Emîne Şenyaşar bertek nîşan da û got, "Kurê min dîl digirin."

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Sirûca Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribû. Di encama êrîşê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta ku kujer bên darizandin û girtin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bibû di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 497’an de jî berdewam kir. Malbat îro hate pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya nobetê kir.

‘KURÊ MIN DÎL DIGIRIN’

Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivî û da zanîn ku li benda roja berdana kurê xwe Fadil Şenyaşar e. Dayika Emîne bi domdarî wiha got: “Ez û kurekî xwe li vê derê û kurekî min jî li girtîgehê riziya.”

Şenyaşar wiha dewam kir, “Em li benda edaletê ne. Va ye nobeta me 2 salan li pey xwe dihêle. Ez dixwazim ku kurê min were berdan. Kurê min bi salan e di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Çavên min êdî nabînin. Bila edalet pêk were da ku em jî vegerin mala xwe. Kurê min dîl digirin. Kesên ku malbata min li dikan û nexweşxaneyê qetil kirin çima niha li derve ne? Dixwazim ku êdî ev kes bên cezakirin û parlementeriya wî parlementerî jî bê xistin.”