Partiyên Kurdistanî: Erşed Salihî provokasyonê dixe nav pêkhateyên Kerkûkê

Partiyên Kurdistanî yên bajarê Kerkûkê ji ber hewldana derxistina provokasyon û têkdana bi hev re jiyana gelan, doz li Erşed Salihî vekirin. Salihî wekî bi zilamê Tirkiyeyê tê naskirin.

Li dijî hewldanên provokatorî yên parlementerê Tirkmen û serokê berê yê eniya Tirkmen Erşed Salihî ku wek zilamê Tirkiyê û MÎT’a wê tê naskirin ku çend car bi eşkerayî bêrêzî li şehîdên Kurdan ên Kerkûkê kiriye û di nava hewldanên ji bo têkdana bi hev re jiyana pêkhateyên li Kerkûkê ye; partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê civiyan.

Civîna partiyan a bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkirî li Malbenda Yekîtiya Niştîman ya Kurdistanê ya li Kerkûkê bi tevlêbûna nûnerên sereke yên partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê hat lidarxistin.

Piştî civînê partiyan civîneke çapemeniyê lidar xistin. Li wir Berpirsê Malbenda 2 ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Rewend Mela Mehmûd daxuyaniyek xwend û got ku di civînê de li ser van xalane tekez hatiye kirin: “Bi hestê xweberpirsiyar dîtinê em wek partiyên Kurdistanî yên bajarê Kerkûkê me li ser bi hev re jiyaniya di navbera pêkhateyên Kerkûkê tekez kiriye û em daxuyaniyên Erşed Salihî ya ku di kanala fermî ya hikumeta Iraqê de bi dengekî kirêt û bê berpirsiyartî li beramber Kerkûkiyan û dûr ji nirxên bi hev re jiyanê, bêrêziyeke mezin li şehîdên sala 1963 yên Kerkûkê kir. Erşeh Salihî 29 şehîdên Kurd ên di wê salê de hatin darvekirin weke tawanbar pênase kiribû.”

 Mehmûd her wiha got; “Tevî têkdana dîroka xebatên şehîdên xebata rewa ya gelê me, Erşed Salihî ew refa şehîdan tawanbar dike, mixabin ku kanala fermî ya hikûmeta Iraqê jî gotinên wî parlementerî weşandiye. Pêwîst e kanala televîzyonê ya El Iraqiye bi fermî lêborînê ji gelê Iraqê û xelkê Kerkûkê bixwaze.”

Rewend Mela Mehmûd têkildarê hewildanên Erşed Salihî yên ji bo têkdana bi hev re jiyana li Kerkûkê ya di rasteya berjewendiyên Tirkiyê ragihand; “Em wek partiyên bajarê Kerkûkê wan gotinên provokator ên Erşed Salihî red dikin, ji ber ku dikeve çarçoveya têkdana aştiya niştîmanî ku ev yek jî xizmeta bi hev re jiyana aştiyane ya Kerkûkê nake. Em gotinên Erşed Salihî di rasteya berjewendiyên welateke herêmê (Tirkiyê) dizanin ku dixwaze bi rêya daxuyaniyên wiha bi hev re jiyana di navbera neteweyên li Kerkûkê di çarçoveya xwest û planên xwe têk bidin. Em ji raya giştî daxwaz dikin ku helwesteke wan a cidî hebe, ji ber ku daxuyaniyên bi vî rengî dibin sedemê têkdana asayîşa civakî. Weke erkekî netewî em mafê xwe dibînin ku li gorî destûra Iraqê, dozê li wî endamê parlementoyê vekin da ku careke din Erşed Salihî û yên weke wî dihizirin nebin sedemê bêrêzîkirina li xwîna şehîdan û derxistina provakasyonê di navbera pêkhateyên Kerkûkê.”