Balafireke bê mirov li ser Mexmûrê digere

Ji sibehê heta niha tevgereke zêde ya balafira keşfê li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî heye.

Tevgera balafirên bêmirov û biçek li ser wargeha Mexmûrê qet kêm nebûye. Îro dîsa ji saetên siharê ve tevgereke zêde û nizm a balafireke keşfê ya bê mirov li ser asîmanê wargehê heye. Tevgera balafira keşfê di van kêliyan de jî didome.

5’ê Tîrmehê balafireke bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker bombe li mala welatiyên wargehê barandibû ku di encamê de welatî birîndar û gelek welatî jî ji ber bombebaranê bandor bibûn û bêhna wan teng bibû.

Heta niha jî li hemberî êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li ser welatiyan û bi taybetî wargeha Mexmûrê ku wargeheke penaber e, ne NY, saziyên mafê mirovan û ne jî hikumetên Iraq û herêma Kurdistanê ti bertekek nîşan nedane.