Nûnerê PYD'ê yê li Başûrê Kurdistanê: Şoreşa Rojava ji bo Başûr jî bû hêvî

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen bal kişand ser têkoşîna Şoreşa Rojava û bandora wê ya li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê ji bo hemû cîhanê bû hêvî.”

Berî niha bi 10 salan ango 19’ê Tîrmeha 2012’an bi pêşengtiya jin û ciwanên Kurd ên li Rojava Şoreşa Rojava destpê kir. Di vê pêvajoya 10 salên derbasbûyî de berxwedan û têkoşîneke mezin a Kurdan çêbû ku navê xwe li hemû dîroka dinê da û bi serketina Kobanê re Kurdan li cîhanê di berxwedana xwe ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de deng veda.

Di vê berxwedanê de hem rola ciwan û dîsa piştevaniya xelkê Başûrê Kurdistanê jî hebû. Li ser vê yekê Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen ji ANF’ê re axivî.

Hesen berî her tiştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di serî de li hemû Rojava û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye û gelê Kurdistanê pîroz kir.

‘ME XETA SÊYEMÎN A NETEWEYA DEMOKRATÎK HILBIJART’

Nûnerê PYD'ê yê li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen qala Şoreşa Rojava û berxwedana destpêkê kir û got: “Di nava krîz û bûyerên li herêmê rû dida, em jî weke gelê Kurd me xeta siyemîn hilbijart. Diyar bû ku opozîsyona Sûriye ne bi hêze û li gorî berjewendiyên xwe tevger dikir, dîsa dikeve bin bandora dewleta Tirkiyeyê, aliyê din jî rejîma Sûriye ku li ser hîmeke dîktatoriyê hatibû avakirin wê ti demê mafê gelê Kurd qebûl nekira; mafê pêkhateyên herêmê jî wê nedaba û li ser sîsetemek hevbeşî ji bo wê me gelê Kurd di hundirê Sûriyeyê de xeta siyemîn hilbijart. Xeta siyemîn jî li ser bingehê netewa demokratîk bû. Sîstema Netewa Demokratîk hemû pêkhateyên herêmê bi hev re bikarin sîstemê ava bikin û mafê xwe bi dest bixîne ye. Gel xwe bi rêxistin kir û Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpê kir. Bi pêşketina vê sîstemê re dijminên mirovahiyê êrîşên xwe zêdetir kirin. Bi taybet dewleta Tirkiye bi çete û komên terorîst re û taybet bi DAÎŞ’ê re ketin nava êrîşê.”

‘BERXWEDANA GELÊ KURD Û HEMÛ PÊKHATEYAN RUHEK NÛ DA AVAKIRIN’

Hesen bal kişand ser berxwedan û têkoşîna man û nemanê ya gelê Kurd a li Kobanê kir û ev nirxandin kir: “Êrîşa herî mezin li ser Kobanê pêk hat, hêzên parastinê YPG/YPJ bi piştevaniya jin û ciwan ên parçeyên din berxwedaneke mezin kir. Dîsa hêzên navneteweyî û yên aligirê demokrasî û mafê mirovan alîkarî kirin. Di encama berxwedanek mezin de Kobanê hate rizgarkirin. Berxwedana gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê ruhek nû li herêmê da avakirin. Hem wext mirov dikare bêje ruheke nû li hemû cîhanê jî da çêkirin. Ew ruhê berxwedan û rêxistinkirina gel dikare gelek destkeftiyan bi dest xwe ve bîne. Civak bi xwe rêxistinkirin û berxwedanê, dîsa avakirina hêzên parastina rewa, hebûna proseyeke Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare hem ji bindestiyê xilas bibe û azadiyê bidest bixîne.”

‘ŞOREŞA ROJAVA HÊVÎ JI BO GELÊ BAŞÛR ÇÊKIR’

Li ser pirsa bê ka Şoreşa Rojava bandorek çawa li Başûrê Kurdistanê kir Hesen ev got: “Şoreşa Rojava bandor li hemû cîhanê kir. Hemû ew gel û netewên bindest bûn, hêviyek nû ji bo wan da avakirin. Ji bo wê hemû gelên azadîxwaz xwestin destekê bindin Şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê her çendî di hinek waran de destkeftî û azad bijî jî lê tim di bin gefên êrîşên dewleta Tirk de bûn. Dîsa hinek aliyên nîjatperest û xêrnexwazên Kurd, ji bo Kurd negihêjin mafê xwe tim li ser Başûrê Kurdistanê gef bûn. Dema Şoreşa Rojava destpê kir, hêvî ji bo gelê Başûr çêkir. Dema ku prensîba pêkve jiyanê bi gel û pêkhateyên din re pêş ketin, zexta hêzên nîjatperest li ser gelê Kurd kêm dibe. Li ser vî esasî ji bo Başûrê Kurdistanê bû hêvî. Ji bo vê gelê me yê Başûr bi temamî piştevaniya Şoreşê kir. Dîsa piştevaniya aliyên siyasî çêbû, bi taybet Partiya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) rolek xwe ya diyar ji bo Şoreşa Rojava çêbû. Dîsa taybet ciwanên Başûr cihê xwe di nava refên berxwedanê ya YPG/YPJ’ê û QSD’ê de girtin. Hew wiha li nava bajaran ji bo piştevaniya şoreşê meş û çalakiyên cihêreng lidar xistin. Dîsa li ser asta navneteweyî jî xebat kirin.

‘JI HEMÛ HERÊMAN CIWANAN BERÊ XWE DAN ŞOREŞÊ’

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo ciwanên Kurd hêviyeke pir mezin bû. Hemû ciwanên dixwestin doza gelê xwe pêş bixin, ji Şoreşa Rojava bandoar bûn. Li ser vî bingehî jî li Başûrê Kurdistanê gelek ciwan tevlî şoreşê bûn. Bi taybet ji Kerkûk, Silêmanî, Kelar, Germiyan, Helebçe û hemû deverên Kurdistanê ciwan tevlî şoreşê bûn û heta niha jî piştevaniyê dikin.”

‘GEFA ÊRÎŞAN HEYE; DIVÊ CIWANÊN BAŞÛR Û HEMÛ PARÇEYÊN DIN Û ASTA CÎHANÊ PIŞTEVANIYA ROJAVA BIKE’

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen qala êrîşên rojane yên li ser Rojava tê kirin û taybet gefên êrîşên nû yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û wiha pêde çû: “Di roja îro de jî dewleta Tirk gefên êrîşa dikin. Rewşeke seferberiyê heye, em bi vê wesîleyê bang dikin; divê hemû partiyên siyasî û alî û ciwanên Kurdistanê divê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Em bang dikin ku herêm ji firîna balafiran re bê girtin. Di serî de ciwanên Başûr û hemû parçeyên din û asta cîhanê hemû kes bi şêwazên cuda dikare piştevaniya Şoreşa Rojava bikin. Ji bo wê serketina projeya Netewa Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê tê wateya serketina berxwedana gelan.”

‘ASTENGIYA HERÎ MEZIN, ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK IN’

Hesen qala astengiyên li ser xelkê Rojava yên koçber bûne û dîsa Şoreşa Rojava hene jî kir û ev anî ziman: “Hem xelkê me yê Rojava koçî Başûr bûne û gelê me yê Başûr jî wisa zane ku li ser axa xwe ne, lê dîsa jî di dilê wan de vegera ser cih û warê xwe hene. Astengî hene, yek ji van astengiyan jî gefa êrîşên dewleta Tirk in. Dewleta Tirk bi şerê derûnî dixwaze tim tirsê bide çêrkirin ji bo xelkê me yê Rojava koçber bike, li aliyê din jî dixwaze ji bo kesên vegerin ser cih û warê xwe jî, nevegerin. Yek ji astengiyên din dewleta Tirk rojane êrîşî ser xaka Rojava dike. Rojane bi topan û dronan êrîş dikin. Ambaroyeke hem aborî, hem siyasî û hem dîplomasî xistiye ser Rojava. Rojavayê Kurdistanê di nava ambargoyê de dijî. Deriyên li ser Rojava piranî hatine girtin, gel nikare bi rehet biçe parçeyên din ên Kurdistanê. Yek ji van deriyan ku xelkê me û dîplomasî zêde rû bi rûyê astengiyan tên, Deriyê Sînor ê Sêmalka ye. Ev derî gelek caran ji aliyê rayedarên Başûr ên li wir li ser erkê ne tên girtin. Ev ji bo xelkê me pirsgirêkek pir mezin e. 

Astengiyên li ser Rojava jî taybet ji aliyê hêzên dijî şoreşê ku taybet dewleta Tirk û Erdogan pêşengtiyê dike heye. Ev hêz rojane êrîşan dike. Dîsa hişmendî û aqilyeta rejîma li Şamê tev li pêşiya Şoreşa Rojava astengî ne.”