Dîmenê xistina helîkoptera artêşa Tirk a dagirker hat weşandin

Gerîlayên HPG’ê helîkoptereke dewleta Tirk a dagirker xistibûn. Gerîla TV’yê dîmenê helîkoptera ku hatibû xistin, weşand.

Gerîla TV diyar kir helîkopter dema li ser qadên gerîlayan digeriya, gerîlayan li helîkopterê dane û helîkopter xistine. Gerîla TVyê dîmenê helîkopterê weşand. Di dîmenan de tê dîtin ku bi dûrbîna şevê li helîkopterê tê xistin û helîkopter dikeve.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê jî ev agahî da: “Di 30’ê Gulanê saet di 22:20’an de li ser Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara helîkopter digeriyan. Di saet 23:00’an de hêzên me li vê helîkopterê dan û derbên xurt li helîkopterê hate xistin. Di encama lêdanê de vê helîkopterê derbeke giran xwar û xwest ji herêmê dûr bikeve. Helikoptera ku agir pê ket, nekarî bilind bibe, dema ku dixwest ber bi Xeregolê ve biçe, hêzên me careke din lêdan û ev helîkopter di navbera Şikefta Birîndara û Xeregolê de ket.”