Fîlîz Bûdak: Şoreşa Rojava nîşan da ku pergala neteweya demokratîk ne xeyal e

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Fîlîz Bûdak diyar kir ku bingeha Şoreşa Rojava di salên 1980’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye danîn û got ku Şoreşa Rojava li dijî pergala kapîtalîzmê berxwedana neteweya demokratîk îfade dike.

Di sala 2010-2011’an de serhildanek bi navê Bihara Gelan li Rojava, li dijî rejîma Baasê dest pê kir. Piştre ev nav vegerî Bihara Ereban û li Rojhilata Navîn belav bû. Ji van serhildanan dewleta Sûriyeyê gelek bandor bû. Ev serhildan bû sedem ku dewleta Sûriyeyê di gelek aliyan de valatiyê jiyan bike û bandora wê ya rêveberiyê li ser gel kêm bû. Gel li dijî dewleta Sûriyeyê rabûn. Di vê navberê de gelê li Rojavayê Kurdistanê jî, ji bingeha ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1979’an de li Rojava danî holê sûd girt û ji vê serhildanê derfet dît û dest bi şoreşê kir. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêngavên serhildanê yên Kurdan li Rojava dest pê kir. Di encamê de 3 kanton hatin îlankirin, Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk (MSD) hat avakirin û her wiha bi pêşengiya şehîd Xebat Dêrik jî YPG/YPJ’ê hat avakirin. Şoreşa Rojava li tevahî cîhanê bandora xwe çêkir, gelek ciwan ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji gelek welatên cîhanê berê xwe dan vê şoreşê. Yek ji cihên ku ji Şoreşa Rojava bandor bûyî û tê de berdêl dayî, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Têkildarî vê yekê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Fîlîz Bûdak ji ANF’ê re nirxandin kir.

Fîlîz Bûdak di destpêka axaftina xwe de Şoreşa Rojava ango, şoreşa xweseriyê pîroz kir û got: “Şoreşa Rojava ji bo me şoreşek giranbiha ye. Di sala 1979’an de Rêber Apo ji Bakurê Kurdistanê, ber bi Rojava ve çû. Mirov dikare Şoreşa Rojava weke berhemekê ku 18-19 salên Rêbertiya me li Rojava maye bigire dest. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê tovê ku bi perwerde, rêxistinkirin, zanista netewî û civakî ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî çandine.” 

‘RÊBER APO LI KURDISTANÊ ŞOREŞ DI NAVA ŞOREŞÊ DE AVA KIR’ 

Bûdak da zanîn ku ew wek şêniyên Mexmûrê ji bo bidestxistina nasnameya Kurdê azad ketine di nava rêwitiya penaberiyê de û wiha pêde çû: “Bi taybetî 50’î sal in di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de, guhertin û veguhertinek mezin pêk hat. Ji bo me ev guhertin di asta şoreşekê de ye. Rêber Apo li Kurdistanê şoreş di nava şoreşê de ava kir. Şoreşa Rojava keyfexweşiyek pir mezin di me de ava kir. Şoreşa Rojava hêviya avakirina Neteweya Kurd bi me da avakirin. Di pêvajoya şoreşê de ji her çar aliye Kurdistanê ciwan herikîn Rojava û şehîd ketin. Ji her bajarekê Kurdistanê şehîd di Şoreşa Rojava de hatin dayîn û cara yekem dengê netewbûna Kurd li Rojava bilind bû. Her wiha ji Mexmûrê jî ber bi wê şoreşê beziyan û berdêl hatin dayîn. Me li Rojava bi awayek eşkere dît ku di nav navneteweyî de Xweseriya Demokratîk hat nîqaşkirin, mînaka wê li Rojava hat dîtin lê belê bingeha modela wê li Mexmûrê hebû. Wê çaxê gelê Wargehê baş fêm kir ku pergala me li vir dayî avakirin ne pergalek ji rêzê ye û encam digire. Tenê bi me re sînordar namîne, belavî Kurdistanê dibe û hêviya heyî hîn mezintir kir.”  

‘CIWANÊN ENTERNASYONALÎST XWEDÎ LI PERGALA DEMOKRATÎK DERKETIN’ 

Bûdak diyar kir ku Şoreşa Rojava bandorek mezin li ser ciwanên cîhanê jî kir û wiha axivî, “Me dît ku ji gelek deverên cîhanê tevlîbûnek bihêz ji vê şoreşê re çêbû. Ciwanên enternasyonal ên ku di navika kapîtalîzmê de dijîn, dîtin ku pergala kapîtalîzmê ji çewisandina mirovan wêdetir ne tiştek dine û berê xwe dan Rojava. Di aliyê fîzîkî, madî û gelek derfetan de her tiştê wan hebû, lê tiştek ku wan li Rojava cuda dît ruhek, manewiyatek û fedayîtiyek bû. Ji ber wê çendê bi sedan ciwanên enternasyonalîst Li Minbic, Kobanê, Serêkaniyê, Efrînê û gelek deverên din ên Rojavayê Kurdistanê şer kirin û şehîd bûn. Ev di kesayeta wan ciwanan de di asta cîhanî de xwedî derketinek, li pergala demokratîk bû.  

‘ŞOREŞA ROJAVA ŞERÊ LI DIJÎ SÎSTEMA KAPÎTALÎZMÊ YE’ 

Bûdak îşaret bi helwesta ciwanên Mexmûrê ya li hemberî Rojava kir û ev tişt gotin: “Ciwanên Mexmûrê yên ku hesreta welat dijiyan, berê xwe dan Şoreşa Rojava û di şer de cih girtin. Bi dehan ciwanên Mexmûrê yên di temenê 18-20 saliyê de, di Şoreşa Rojava de şehîd bûn. Ji ber ku Şoreşa Rojava ruhek netewî ava kir, rêwîtiyek bi vî awayî dest pê kiribû. Tevî bê derfetiyên rê jî, ciwanên Mexmûrê ji bo çûyîna Rojava ketin rêzê. Çawa ku ji Fransa, Îtalya û welatên cuda cuda ciwan çûn Rojavayê Kurdistanê, li Mexmûrê jî ev yek çêbû. Li Dêrazor, Minbic, Efrîn, Serêkaniyê û Kobanê berdêl dan û şehîd bûn. Ev yek girêdanek xurtir li Mexmûrê ava kir û weke şêniyên Mexmûrê me jî xwe parçeyek ji wê şoreşê dît. Wek şêniyên Mexmûrê me Şoreşa Rojava hembêz kir. Niha tevgerên enternasyonalîst, li Rojava akademî, sazî û yekîneyên xwe ava kirine û xebatên xwe didin meşandin. Ciwanên enternasyonalîst dîtin ku ev şer, şerekî li dijî pergala desthilatdariyê ye jî, ji ber wê çendê berê xwe dan Rojava. Dewletên desthilatdar ji bo ku pêşiya vê Şoreşa Rojava bigirin çeteyên mîna DAIŞ’ê ava kirin. Di heman demê de ciwanên wan welatan, li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Li vir kombûna fikrê netewa demokratîk, li dijî sîstema kapîtalîzmê derket holê. Ji ber wê çendê dema ku em Şoreşa Rojava tînin ziman, şerekê netewa demokratîk ê li dijî sîstema kapîtalîzmê tê bîra mirov.”  

‘ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE’ 

Fîlîz Bûdak destnîşan kir ku Şoreşa Rojava mohra xwe li sedsala 21’an da ye û wiha dewam kir, “Di asta cîhanî de di sedalên 18 û 19’an de şoreş pêk hatin, lê ji ber ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya gelan pêk hat bû şoreşek mînak û encamek bi xwe re anî ku civak dikare dîktatoriyê hilweşîne, civak dikare xwe bi xwe xwe rêve bibe, civak dikare li ser heman xakê bi dehan ziman, çand û baweriyên cuda bi hev re bijîn. Li vir yek zimanî, yek dewletî, yek netewî û yek nîjadî hate hilweşandin. Ji ber wê Şoreşa Rojava ne tenê wek şoreşa gelê Kurd tê dest girtin. Li wir Sûryan, Ereb û netewên cuda hene ku bi hezaran şehîdên wan di nava Şoreşa Rojava de hene. Di encamê de li Rojavayê Kurdistanê Xweseriya demokratîk hate pêkanîn, YPJ/YPG’ê û QSD hat avakirin. Vê şoreşê da zelalkirin ku pergala neteweya demokratîk ne xeyale. Di wê şoreşê de hêza jin derket holê û hêzek a parastina hevbeş hate avakirin. Ber bi nasnameya Kurd ve gavek hat avêtin. Di şexsê Şoreşa Rojava de Şoreşa Jinê pêk hat, ji xwe Şoreşa Rojava di heman demê de weke Şoreşa Jin jî tê pênasekirin. Bi pêşengiya Arîna Mîrkanan, Rêvanan, Viyan Peymanan û Zehra Penaberan weke Şoreşa Jinê hat binavkirin.”