'Şikandina êrîşan wê bibe destpêka têkçûna dagirkeriya li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê'

KONGRA-GEL salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û destnîşan kir ku di vê demê de şikandina êrîşên dewleta Tirk wê bibe destpêka têkçûna dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi daxuyaniyekê salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "10'emîn salvegera Şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dil û can pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember wana bejna xwe ditewînin. Wek gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn û bi giştî mirovahiya pêşketî, em hemû deyndarên şehîdên vê şoreşê ne. Di 10’emîn salvegera şoreşê de em silav û rêzên xwe ji malbatên şehîdan re pêşkêş dikin."

Peyama pîrozbahiyê ya KONGRA-GEL wiha dewam kir:

"Şoreşa Rojava bi taybetî di dîroka gelên Rojhilata Navîn de mîlade ke nû ye. Li ser bingeha Paradigmaya Azadiyê ya Rêber Apo, bi pêşengtiya jinê, gel û baweriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî DAÎŞ'ê şoreşa mirovahiyê pêk anîn. Bi bedelekî mezin tevahiya mirovahî ji xeteriya DAÎŞ'ê parastin. Ji ber vê jî Şoreşa Rojava; şoreşa jinê ye, şoreşa gelan û baweriyan e. 

Em bi vê wesîlê gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Asurî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Tirkmen û ên din, bi coşa şoreşê silav dikin. Bêguman li hundur û derve gelek zehmetî û neyarên şoreşê hene. Lê belê em zanin ku neyarê herî mezin ê şoreşê dewleta Tirk e. Berdewama dagirkirina Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê, guhertina demografiyê, zor û zulma li ser gelê van herêman, ji bo Şoreşa Rojava êş û xeteriya herî mezin e. 

Niha jî di 10’emîn salvegera şoreşê de dewleta faşîst a Tirk ji bo êrişên nû xwe amade dike. Dixwaze şerê Ûkrayna’yê ji bo xwe bike derfet, ji nakokiyên di navbera NATO û Rusya’yê jî sûd bigre. 

Niha rewşeke wusa çêbûye; Erdogan ji bo ku destketiyên 'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê' têk bibe, dixwaze herkes alîkariya wî bike. Ev rewş bi tena serê xwe jî nîşan dide ku rejîma faşîst a Erdogan çiqasî tengav e. Yanî hukumata Erdogan bi xwe di nav krîzeke mezin de ye û her diçe ber bi têkçûnê ve diçe. 

Pêwîste gelên Kurdistanê vê rastiyê baş zanibin; heta ku rejîma faşîst a dewleta Tirk têk neçe; ne ji bo gelên Kurdistanê ne jî bo gelên herêmê azadî û demokrasî çênabe. Çareserî jî bi tenê berxwedana yek parçe çênabe. Dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya neyartiya gelê Kurd, di mijara çareseriyê de hemû parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdaye. Yanî dijî dewleta Tirk bi berxwedaneke gelemperî û bi têkçûna pergela faşîzmê, di hemû parçeyan de ji bo gelên Kurdistanê deriyê azadî û demokrasiyê vedibe. Ji derveyî vê çareserî nîne.

Di vê çarçovê de gelê çar perçeyên Kurdistanê li welat û derveyî welat; bi taybetî di vê dema ku xeteriya êrişên dewleta faşîst a Tirk di rojevê de ye, pêwîste li dijî dagirkeriyê li gel dostên me bi hev re tekoşînê bilind bikin. Pêwîste baş bê zanîn ku di vê demê de serneketina êrişên Erdogan, destpêka têkçûna dagirkeriya dewleta Tirk ya li Efrîn, Girê Spî li Serêkaniyê ye.

Li ser vî esasî em car din 10’emîn salvegera Şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi dil û can pîroz dikin, ji bo şoreşa gelan, baweriyan û jinan serketinê dixwazin."