Fermandarê HPG’ê Awyer, li Wanê hate definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hewram Awyer ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku dawiya meha Gulanê di li Çiyayê Bagokê di şer de şehîd bû, li Wanê hate definkirin.

Cenazeyê fermandarê eyaleta Mêrdînê yê HPG’ê Hewram Awyer (Hesen Mehmûdî) yê 30’ê Gulanê di şer de li Çiyayê Bagokê şehîd bûbû, li Goristana Bêxwediyan hatibû definkirin. 

Bi hatina li hev û din a nimûneyên DNA’yê yên malbatê wî, cenaze teslîmê malbatê hate kirin. 

Malbatê, cenaze saet 05.00’ê serê sibehê li Wanê defin kir. 

Ên bi cenaze re çûn, li ser rê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin sekinandin û li nasnameyê wan hat nihêrtin.

Polîsan, dor li Goristana Karşiyaka ya wê fermandar Awyer lê hat definkirin jî, girt û nehişt ji xeynê maliyên wî kes bikeve nav goristanê.