HBDH’ê li Amedê li qereqolekê da

Milîsên Taylan Demîrcîoglû yê HBDH’ê li Baglara Amedê li qereqolekê dan.

Milîsên Taylan Demîrcîoglû yê HBDH’ê derbarê çalakiyê ev daxuyanî da:

“Di 15’ê Tîrmehê de bi şev Milîsên me yên Taylan Demîrcîoglû yê HBDH’ê li qereqola polîsan a li Taxa Mevlana Halît a li Baglara Amedê dan. Milîsên me bi fîşekên hewayî li qereqolê dan. Polîsan jî gule reşandin û milîsên me piştî ku bombeyên dengan avêtin polîsan, çalakiya xwe qedandin û bi awayekî bi kontrol ji qadê derketin.

Qereqolên polîsan biryargehên dijmin in ku têkoşîna karker, kedkar û kesên bi xwêdana eniya xwe dijîn, lê tên eciqandin. Li van deran kadroyên dijminên gel, faşîzm û bûrjûwaziyê tên parastin. Em ê her dem li van biryargehên dijmin bidin. Heta ku karker bi ser bikevin em ê şer bikin. Heta ku em faşîzmê têk bibin, em ê li ser şopa nemirên xwe têkoşîna gelê xwe geştir bikin.”