Bernameya bibîranîna salvegera Fermana Êzidiyan a 3’yê Tebaxê hat eşkerekirin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bernameya çalakiyên 3’yê Tebaxa salvegera Qetlîama Êzidiyan a bi destê çeteyên DAIŞ’ê hat kirin, eşkere kir.

Çeteyên DAIŞ’ê, 3’yê Tebaxa 2014’an, êrîş birin bi ser Şengalê û bi hezaran Êzidî kuştin. Di salvegera qetlîamê de, ji bo bîranîna şehîdên Şengalê dest bi lidarxistina çalakiyan û danîna merasîman hat kirin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji ber Salvegera 8’emîn a Fermana Êzidiyan a 3’yê Tebaxê ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê, bernameya çalakiyên wê bên lidarxistin eşkere kir.

Li gorî bernameyê, wê sibehê çalakiyên şermezarkirina fermanê û bibîranîna qurbaniyên Fermana 3 Tebaxa 2014’an dest pê bibin.

Meclisa xweseriya Demokratîk ya Şengalê wiha got; “3’yê Tebaxa 2022’yan salvegera 8’emîn a fermanê ye, di nava 8 salan de gelê tevî hemû zehmetiyan me karî xwe bi rêxistin bikin, li dijî êrişan li ber xwe bidin û heta bi astekê koçber vegeriyane ser axa xwe ya pîroz. Lê tişta ku kêm maye, pirsîna hesab e, me biryara pirsîna hesab da.’’

Dirûşmeya ji bo çalakiyan; “Avakirina Xweseriya Şengalê, pirsîna hesabê fermanê ye’

Plansaziya çalakiyên ji bo salvegera fermanê:

Wê sibehê (20’ê Tîrmehê) bi pêşengiya TAJÊ li Sinûnê meşek were kirin.

22-23’yê Tîrmehê, wê wêneyên dema fermanê li ser rêyên giştî werin daliqandin.

24’ê Tîrmehê pêşangehek wêneyên fermanê, wê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Çand û Hunerê ve were danîn.

27’ê Tîrmehê, wê PADÊ li ser fermanê komxebatekê li dar bixe.

Di 28’ê Tîrmehê de li Şengalê wê bi pêşengiya Jinên Ciwan meşek were lidarxistin. Meşa ciwanan wê ji bazara kevin heta bi Medreseya Sor a navenda Şengalê dewam bike.

Di 29-30’ê Tîrrmehê de jî wê li cihên cuda sînevîzyon werin nîşandan.

Wê di 1’ê Tebaxê de Desteya Eşayîr kon vebide.

Wê ji bo Şehîdên Şengalê xêr bê dayîn.

Di 2’yê Tebaxê de wê malbat serdana gorên komî bikin.

Wê di 3 Tebaxê de jî meşeke girseyî were lidarxistin. Meş, wê ji Qada Mam Zekî heta bi cihê Meclîsa Gel a li Navenda Şengalê dewam bike. Piştre jî wê bernameya salvegera fermanê dest pê bike.

Wê di heman rojê de li tevahiya Şengal û derveyê Şengalê di saet 10:00’an de deqeyek rêz ji bo cangoriyên fermanê were girtin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li hemû gel û dostên civaka Êzidî kir da ku bi bi girseyî di çalakiyan de amade bin û hesab ji kesên bûne sedema fermanê bipirsin.