HPG: 14 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin

Di çalakiyên tîmên gerîla yên bi tevger de 14 leşkerêrn Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime ev daxuyanî da:

"Tîmên me yên bi tevger bênavber derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di encama van çalakiyan de ku hêzên me bi ruhê milîtaniya Apoyî bi ser dagirkeran ve çûn, 14 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin û derb li helîkopterekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 10 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 5 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û tankan bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

18'ê Tîrmehê saet di 18:00 de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên giran 2 çeper îmha kir. Di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi sûîqestê sîstemeke kamera ya mobesse îmha kir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

18'ê Tîrmehê saet di 18:40'î de li dijî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bombe bikin, hêzên me bi taktîka sabotajê çalakî kirin û 2 dagirker ceza kirin.

18'ê Tîrmehê saet di 18:50'î û 19:15'an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hêzên me yên YJA Starê bi sûîqestê çalakî kirin û 2 dagirker ceza kirin.

18'ê Tîrmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, hêzên me komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe û piştre bi sûîqestê lê dan, 2 dagirker ceza kirin.

18'ê Tîrmehê saet di 20:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, hêzên me li helîkoptereke Skorsky a ku hewl dida xwe li qadê deyne û li dagirkerên derdorê xistin. Di encama vê çalakiya sekvaniyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Helîkoptera ku derb ji hêzên me xwar, neçar ma ji qadê biçe.

Di daxuyaniya xwe ya 17'ê Tîrmeha 2022'an de me ragihandibû ku 14'ê Nîsana 2022'an di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li herêma Zapê hevrêyê me Mervan Baz (Şehmûs Akkoyûn) şehîd bûye. Hevrêyê me şehîd nebûye, lê li ser erka xwe ye. Em vê agahiya şaş sererast dikin û lêborînê ji malbata wî û gelê xwe dixwazin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

18'ê Tîrmehê li qadên berxwedanê yê Girê Amediyê, Girê Hakkarî, Şikefta Birîndara û Karker, çeperên şer 10 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, tank, helîkopter û balafirên şer;

18'ê Tîrmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Hakkarî geriyan.

18'ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar, Girê Amediyê, Saca û Çemço 5 caran bi balafiran hatin bombekirin.

18'ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Hakkarî û Kurojahro 20 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

18'ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê Hakkarî bi tankan û obusên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, bi dehan caran hatin bombekirin."