Gardiyanan vê carê gefa kuştinê li girtî Emrah Yakût xwarin

Emrah Yakût ê li Girtîgeha bi Hejmara 1'ê ya Dûmlû ya Erzîromê tê girtin, diyar kir ku li wî xistine û bi zorê derzî lê xistine. Yakû got, "Gardiyan wê min bikujin."

Emrah Yakût li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Erzîrom Dûmlûyê tê girtin.

Emrah Yakût 13'ê Tîrmehê hevdîtin bi malbata xwe re kir û anî ziman ku li wî xistine.

Dayika Yakût Sebîha Yakût a li Wanê dimîne, diyar kir ku kurê wê jê re gotiye, "Gardiyan wê min bikujin."

Dayik Yakût anî ziman ku ew demekê li ber girtîgehê sekinîn û li ser îtirazê karîbûn hevdîtinê bikin.

Dayik Yakût ragihand ku li korîdora ber bi odeya ku hevdîtinê bi kurê xwe re bike nêzî 50 gardiyan hebûn û got, "Piştî ku em derbasî odeya hevdîtinê bûn, gardiyanên li korîdorê kurê min bi erdê re kaş kirin û anîn hundir. Me ji kurê min pirsî bê çi bûye. Kurê min jî got gardiyan wê wî bikujin."

Yakût diyar kir ku lêdaneke giran li kurê wî kirine, bedena wî şîn û reş bûye û got, "Min ji gardiyanan re got ku bila avê ji kurê min re bîne. Çûn qurtek av di tasikekê de anîn. Kurê min nekarî vexwe. Ji ber ku nekarî milê xwe rake. Min av da kurê xwe. Dema me ji jê pirsî bê çima gardiyanan lê xistine, wî jî got, 'Min daxwaz û zextên wan qebûl nekir, lewma li min dixin'. Kurê min got, gardiyanan derzî lê xistine û piştî derziyê ji ser hişê xwe çûye."