PKK: Şoreşa Rojava wê mezintir bibe

PKK'ê salvegera Şoreşa Rojava silav kir û got, "Em di wê baweriyê de ne ku dema pêş wê şoreş mezintir bibe û hîn bi pêş ve biçe."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniay PKK'ê wiha ye:

"Di salvegera 10'emîn de em Şoreşa Azadiyê ya 19'ê Tîrmehê silav dikin. Em li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Azadiyê pîroz dikin ku ev şoreşa dîrokî ya ku bûye hêvî ji mirovahiyê re dane destpêkirin û bi dehan sal in bi dayina bi hezaran şehîdan bi biryardarî dewam dikin. Di şexsê hevrê Şîlan Kobanê û Xebat Dêrik de şehîdên leheng hemûyan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em di wê baweriyê de ne ku şoreş wê di deh salên duyemîn de hîn xurt û berfirehtir bibe.

ŞOREŞ WÊ MEZINTIR BIBE Û HÎN BÊHTIR BI PÊŞ VE BIÇE

Ji bo her şoreşê destpêk; hefteya destpêkê, meha destpêkê, sala destpêkê û deh salên destpêkê girîng e; ji ber ku zor û zehmet e. Ji bo Şoreşa Azadiyê ya Rojava jî pêvajoya dîrokî bi vî rengî derbas bû. Lê belê di serî de Kurd; gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hev bawer kirin, mil dan hev, bi vî rengî zor û zehmetî hemû ji holê rakirin û şoreş gihandin vê astê. Êdî dema amatorî ya Şoreşa Azadiyê qediya ye û pêvajoya profesyonelî û hostatiyê destpê kiriye. Em di wê baweriyê de ne ku di dema pêş de wê şoreş hîn mezintir bibe û bi pêş ve biçe.

'PARADÎGMAYA APOYÎ WÊ HÎN BI RAST Û BANDOR BI CIH BÊ ANÎN'

Eşkere ye ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava qada destpêkê ye ku Bîrdoziya Modernîteya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê û kûrahiyê de hatiye bicihanîn. Ji xwe li ser bingeha karên perwerde û rêxistinkirinê yên Rêber Apo de hate amadekirin ku Rêber Apo di pêvajoya salên 1979-1998'an de 20 salan bi xwe meşand. Bingeha şoreşê bi vî rengî hate danîn û bi ser xistin. Di vê çarçoveyê de hin kêmasî û şaşitî rû dabin jî bi esasî ji bo bicihanîna paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, israr kiriye. Bi wergirtina dersên dewlemend ji deh salên derbasbûyî wê di dema pêş de paradîgmaya Apoyî hîn bi rast û bandor bi cih bê anîn.

Şoreşa Azadiyê ya Rojava di pêvajoya deh salên derbasbûyî de ji aliyê pêkanîna xeta neteweya demokratîk ve bi ser ket. Li herêmekê ku ji ber şerê neteweperestiyê veguheriye gola xwînê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di serî de Kurd û Ereb, gelên Asûr, Suryan, Ermen, Tirkmen, Çerkez li ser xeta neteweya demokratîk li hev civiyan, jiyaneke azad û rêveberiyeke demokratîk bi hev re afirandin. Nîşanî tevahiya cîhanê dan ku jiyaneke azad, bi hev re, bê şer û bê rijandina xwînê pêkane. Ev yek jî di nava şert û mercên her cûre êrîşên dagirkeriyê, tehrîk û provokasyonan kirin. Lewma em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din bi taybetî pîroz dikin û silav dikin.

'JIN DI ASTA PÊŞENGIYÊ DE NE'

Eşkere ye ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava di heman demê de Şoreşa Azadiyê ya Jinê ye. Li vê qada ku di nava şoreşê de şoreş têne kirin, guhertinên mezin ên ku di nava sed salî de dikarin bêne kirin, di nava deh salên derbasbûyî de hatin kirin. Jinên ku berê ji bilî nava mal û malbatê nekarîbûn tevlî nava jiyanê bibin, li ser bingeha perwerde û karekî mezin ê rêxistinî bi rengekî wekhev û bi asta pêşengiyê beşdarî her qada jiyana siyasî û civakî bûn. Jinên ku li ser bingeha hişmendî û rêxistiniyê azad bûn, civaka azad û rêveberiya demokratîk hem afirandin hem jî ewle kirin. Bêguman li gel pêşketinên ku bi qasî gelek şoreşan mezin hatine kirin jî li vê qadê hîn gelek kar hene ku divê bêne kirin, hîn gelek gav hene ku divê bêne avêtin. Em di wê baweriyê de ne ku di deh salên duyemîn de bi plansazî û hewldaneke rêxistinî wê ev pêşketin jî bê kirin.

'LI PIŞT ÊRÎŞÊN ÇETEYAN, DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê HEYE'

Tê zanîn ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava bêyî rijandina xwînê destpê kiribe jî ji sala destpêkê û pê ve ji gelek aliyan ve êrîşên çete yên faşîst lê hatin kirin. Di serî de DAÎŞ, OSO, El Nûsra ku baskê Sûriyeyê yê El Qaîdeyê ye, gelek komên çete êrîşî şoreşê kirin û xwestin bifetisînin. Ji vê jî wêdetir, rêveberiya AKP-MHP'ê ya li Tirkiyeyê bi rengekî eşkere û bi bandor li pişt van êrîşên çeteyan cih girtin. Ev yek ewqasî eşkere ye ku Cotmeha 2017'an piştî ku DAÎŞ li Reqayê hate têkbirin, di Çileya 2018'an de dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP'ê êrîşî Efrînê kir û Efrîn dagir kir. Lewma neh salên şoreşê li dijî êrîşên AKP-MHP û çeteyên faşîst bi şerê praastinê derbas kir.

'KARAKTERÊ XWE YÊ ENTERNASYONALÎST XURT BÛ'

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên azadiyê YPG-YPJ di nava neh salan de ji bo parastina welêt û şoreşê zêdeyî deh hezar şehîd dan, bi lehengî li ber xwe dan. Ji bo parastin û pêşvebirina Şoreşa Azadiyê ku hêviya mirovahiyê ye, berxwedana ku hate nîşandan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî derbas bû, li nava cîhanê belav bû û veguherî Berxwedana Mirovahiyê ya Azad. Ji Asyayê heta Ewropa û Emerîkayê ji çar aliyên cîhanê bi sedan ciwan tevlî berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Vê yekê karakterê enternasyonalîst ê Şoreşa Azadiye ya Rojava xurtir kir, bêhtir bi pêş ve bir. Bi vê wesîleyê em şehîdên enternasyonalîst ên parastina şoreşa Rojava careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û dibêjin ku di têkşoîna azadî û demokrasiyê ya cîhanî de em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.

'HERÊMÊN DAGIRKIRÎ WÊ BÊNE RIZGARKIRIN'

Li vê derê divê em van rastiyan destnîşan bikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Azadiyê di serî de DAÎŞ hemû êrîşên çeteyan li rojhilatê Firatê têk birin û mirovahî ji belayê DAÎŞ'ê rizgar kirin. Di rewşeke welê de ku artêşan nekarî xwe li ber DAÎŞ'ê bigirin û direviyan, Hêzên Azadiyê yên Rojava ji Kobanê heta bi Reqayê çeteyên DAÎŞ'ê têk birin, dawî li serweriya wan a li ser xakê berdan, lewma xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Vê rewşê kir ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava şoreşeke serketî ye. Em di wê baweriyê de ne ku heman sekn wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên AKP-MHP'ê jî bê nîşandan û herêmên dagirkirî wê ji dagirkeran bêne rizgarkirin.

Bêguman hewldanên şoreşê yên ji bo avakirina jiyana komunal, pêşvebirina xwerêveberiyên demokratîk, avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk û pêşvebirina wê, hewldanên di asta dîrokî de girîng in û ji bo her kesî mînak in, tecrûbe ne. Her wiha gelekî girîng e ku ji heft heta heftê salî tevahiya civak, di serî de jin her kes ji bo parastina şoreşê û welêt berê xwe didin perwerde û xwerêxistinkirinê. Ev yek cihê coş û kelecanê ye. Em di wê baweriyê de ne ku di dema pêş de wê ev hemû bêne biserxistin.

'DI HER ALÎ VE DIVÊ AMADEKARÎ HEBIN'

Bêguman wezîfe neqediya ye û şoreş bi dawî nebûye. Her tiştî hînê nû destpê kiriye. Her wiha astengî û zehmetiyên nû jî dikarin rû bidin. Di serî de dewleta Tirk êrîş û gefên dagirkeriyê yên hêzên cuda dewam dikin. Ev hemû piralî ne û li dijî vê jî pêwîstî bi amadekariyên ji her alî ve heye. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Azadiyê haya xwe ji van hemûyan heye, li gorî vê yekê wê xwe perwerde û amade bikin; li gel şikandina her cûre êrîşên dagirkeriyê wê wezîfeyên jinûve avakirinê jî bi serketî bimeşînin. Li ser vê bingehê Şoreşa Azadiyê ya Rojava wê timî ji mirovahiya bindest re bibe hêvî.

Di vê çarçoveyê de em salvegera dehemîn a Şoreşa Rojava careke din pîroz dikin û silav dikin; di hewldanên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yên ji bo berfirehkirin û xurtkirina şoreşê serketinê hêvî dikin. Em dibêjin ku gelê me û mirovahî wê bi wan re bin û her tim bi her awayî piştgiriyê bidin wan."