Malbatên girtiyan li ber girtîgehê nobeta xwe domandin

Malbatên girtiyan ên li Amedê li pêşiya girtîgehê Nobeta Edaletê domandin.

Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan, li Amedê dabûn destpêkirin 246 roj li pey xwe hişt.

Malbatên girtiyan çalakiya xwe li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li dar xistin. Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û alikariyê ya bi kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan. 

Di çalakiyê de Nazîme Boltan a dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan axivî. Boltan anî ziman ku çalakiya wan 8 meh li pey xwe hiştiye lê hê jî daxwazên wan nehatine bicihanîn û wiha got: "Em ketin meha 9'an lê her em dibêjin înfaza zarokên me neşewitînin û girtiyên nexweş derman bikin, ew behtirî zilmê li girtiyên me dikin. Em ji rayedarên dewletê re dibêjin, daxwazên me hiqûqî ne. Daxwazên me ew in ku cezayên zarokên me neyên taloqkirin, girtiyên nexweş bên dermankirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Em ê heta dawiyê li pey maf û hiqûqa zarokên xwe bin. Zarokên me dizî nekirine, axa welatê xwe parastine. Kurê min sirgûn kirine Û ev 4 sal in nikarim wî bibinim. Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandin? Ev zilm e, heta kengê wê ev zilm bidome?” 

Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hîqûq edalet" bi dawî bû.