Lehengê xaka Mezopotamyayê: Qendîl Zap

Qendîl Zap jiyan, têkoşîn, hesta hevrêtiyê û fedakariya gerîla li Heftanînê hîn bû, bêfikar û bi kedeke mezin tevlî nava jiyanê bû. Di 7'ê Tîrmeha 2021'ê de li Heftanînê tevlî karwanê nemiran bû.

Li Kurdistanê gelek leheng hene ku li cîhanê bûne sembol û navê xwe li dîrokê nivîsandin.

Yek ji van lehegan jî gerîla Qendîl Zap bû. Xaka Rojavayê Kurdistanê bi xwîna gelek lehengan hate avdan.

Amûdê bajarokekî biçûk û dîrokî yê Rojavayê Kurdistanê ye. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê Fransayê ve hate dagirkirin. Li Amûdê daneyên ku weke Girê Mozan tê naskirin, nîşan didin ku çanda neolîtîkê li vir xwedî cihekî girîng e.

Bajar piştre weke Amûda Şewitî hate bilêvkirin. Ji ber ku zarokên Kurdan bi destê xiyanetkaran li sînemayekê hatin şewitandin. Gelek kesên hewl dan zarokan rizgar bikin ew jî di wê şewatê de şehîd bûn.

Bi Şoreşa Rojava re hestên lehengî û welatparêziyê yên gelê Kurd xurtir bûn. Ji çar aliyên Kurdistanê gelek ciwanên dilsozê xaka xwe bi têkoşîn û berxwedana xwe dîroka lehengiyê ji nû ve nivîsandin û şoreşek pêk anîn.

Bi Şoreşa Rojava re bi hezaran ciwan ji bo tola şehîdan hilînin tevlî nava refên gerîla bûn. Yek ji van ciwanan jî Qendîl Zap bû. Qendîl di sala 2002'an de li gundê Sinceqa Sadûn ê Amûdê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû û bi Şoreşa Rojava re tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû.

LI HERÊMA HEFTANÎNÊ ŞER KIR

Qendîl Zap ku di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû, destpêkê cihê xwe di nava tabûra ciwanan de girt. Ji ber hunera xwe ya lêdana tembûrê û stranan, derbasî qada çand û hunerê bû û xwe di nava karên muzîkê de bi pêş ve bir.

Qendîl dema distiriya xwe mîna çivîkeke azad a li ser girê çiyê difiriya hîs dikir û gelekî kêfxweş dibû. Piştî ku demekê li nava karên çand û hunerê ma, xwest ku tevî hevalên xwe li çiyayên Kurdistanê weke gerîlayekî şer bike. Ji ber vê yekê jî derbasî herêma Heftanînê bû.

Li Heftanînê ku bi girên xwe yên bi heybet naskirî ye, di dîroka partiyê de gelek lehengî çêbûn. Ji ber ku girên xwe bilind e, gerîla xwe li çiyayê Qendîlê diparêze.

Qendîl Zap jiyan, têkoşîn, hesta hevrêtiyê û fedakariya gerîla li Heftanînê hîn bû, bêfikar û bi kedeke mezin tevlî nava jiyanê bû û li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe kûr dike. Hem di nava jiyanê de hem jî li qada pratîkê xwe gelekî bi pêş ve dibe. Ji aliyê hemû hevalên xwe ve tê hezkirin. Ji bo tola gelê xwe hilîne ku hezar sal e bi hêviya azadiyê ye, bi hêrseke mezin bi ser dijmin ve çû. Di heman demê de dixwest tola hevalên xwe yên şehîd hilîne. Di nava şer de xwe nas kir. Weke gerîlayekî serhildêr tevlî gelek çalakiyan bû.

Di rojên dîrokî yên şer de 7'ê Tîrmeha 2021'ê li Heftanînê tevlî karwanê nemiran bû û mohra xwe li dîroka Kurdistanê xist.