Salvegera Şoreşa Rojava li Silêmanî bi coş hate pîrozkirin

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Silêmanî sala 11’an a Salvegera Şoreşa Rojava bi şahiyekê pîroz kir.

Bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Salona Akua Park bi şahiyeke girseyî pîroz kir.

Pîrozbahî bi dirûşma ‘Em ê dagirkeriyê têk bibin, Sûriyeya demokratîk ava bikin’ rêzgirtina ji bo şehîdên Şoreşê destpê kir.

Gelek xelkê Rojava kesayet û siyasetmedar jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Destpêkê daxuyaniya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Evîn Siwêd ve hate xwendin.

Siwêd sala 11’an a Şoreşa Rojava li Kesên amade pîroz kir.

Siwêd diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ti carî ji rêgezên xwe bi paşde gav neavêt û neket xefika hêzên desthiladarî û got: “Ji ber vê yekê gelek pêvajoyên zehmet derbas bûn û hîna jî rojên zehmet li pêşiya me xuya dikin. Lê ne bi daxwaza wan ji be, bi her êrişeke dagirkeriyê re, me hîn zêdetir karî hev himbêz û di gotina xwe ya demokrasiyê de israr bikin. Ji xwe vê yekê îradeya gelên hevgirtî bi pêş xist û li hember rêxistina herî terorîst destkeftî û serkeftinên dîrokî qezenc kir. Berxwedana destanî ya li hember wê terorê, delîla li ser rastiya hevgirtina di navbera çandên civakî, nirxên şoreşê û sepandina felsefeya jiyana azad e.

Di salvegera 10. A Şoreşa 19’ê Tîrmehê de carke din hat îspatkirin ku hêza herî bingehîn îradeya gele û gel jî ev yek tevî derfetên kêm heta roja îro biser xistiye.”

Evîn Siwêd bal kişand ser rol û mîsyona jinê ya li nava şoreşê û wiha pêde çû: “Ger di vê şoreşa pîroz de, em qala rol û mîsyona jinê nekin wê gotinên me kêm bimênin û rastiya heyî jî baş neyê famkirin. Di pêşengiya rêxistinên jin yên leşkerî û siyasî de civakê rastiya hêza xwe dît. Ne tenê hêza xwe dît, ev hêz ji bo tevahiya jinên li Sûrî û cîhanê jî weke hêviyekê derxist holê. Niha ev jin li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî yên ji aliyê rêveberiya xweser ve têne rêvebirin, xwedî hêz û rola sereke ne. Wekheviya zayendî ya jin û mêr li nava rêveberiya xweser jî bûye pîvana bingehîn a jiyana li herêmê.”

Siwêd wiha domand: “Deskeftiyên şoreşa Rojava di her warî de doza gelê kurd hîn zêdetir bi cîhanê da nasîn û da xuya kirin ku doza kurdî kilîta çareseriyê ye jibo hemû pirsgrêkên Rojhilata Navîn e.

Mêvanên birêz weke tê zanîn ku îro carek din gelê Kurd di bin xeteriya qirkirinê de ye. Gef û êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Kurdistanê gihiştiye asta herî dijwar. Ji ber vê yekê em bangewazî dikin ku xwedî li destkeftiyên ku hatine qezenc kirin derbikevin û wan biparêzîn. Hêza me, gelê me ye. Ji ber vê yekê gelê me dive li dijî qirkirinê helwesta xwe ya şoreşgerî biparêze û dema pêwist kir jî bersivên pêwist bide. Êdî ew deme ku em deskeftinên ku bi xwîna Şervan, Gerîla û Pêşmergeyan hatine qezenkirin biparêzin. Ev deynê li situyê me hemûyane. Êdî dema bêdengbûnê bi dawî bûye û dem dema yekîtî û hevgirtina gelê me ya ji bo xaka pîroz e.”

Piştre jî peyama Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re, PYD, Hîzba Zehmetkêşan a Kurdistan hatin xwendin. Her wiha siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî jî axivî û qala berxwedan û bandora Şoreşa Rojava kir.

Di dewama pîrozbahiyê de stranên ser şoreşê hatin gotin û govend tê gerandin.