HRE: 3 leşker û 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bejahiya Efrîn a dagirkirî çalakiyên bersivdanê lidar xistine. Li gorî daxuyaniyê di encama çalakiyan de herî kêm 3 leşker û 8 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera 22 û 27'ê Îlonê de li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiyên bersivdanê lidar xistin.e

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 22'ê Îlonê li gundê Enabkê ya navçeya Şera ya Efrînê, li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hate lidarxistin. Li gorî daxuyaniyê, encama vê çalakiyê zelal nebû.

LI GUNDÊ BIRC HEYDER 8 ÇETE HATIN KUŞTIN

Çalakiyek jî 26'ê Îlonê li gundê Birc Heyder ya navçeya Şêrawa, li hember çeteyên dagirker hate lidarxistin.

HRE'yê li ser vê çalakiyê ev agahî da: "Di derba despêkê de 3 çete hatin kuştin. Piştre dijmin du caran xwest kuştî û birîndarên xwe rabike. Di van her du caran de jî hêzên me li komên çeteyên dagirker xistin ku dixwestin kuştî û birîndarên xwe rabikin. Li vir jî 5 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn. Di encama vê çalakiyê de bi giştî 8 çeteyên dagirker hatin kuştin, herî kêm 6 çete jî birîndar bûn."

LI GOBELÊ 3 LEŞKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN, 2 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku 27'ê Îlonê jî li gundê Gobelê yê navçeya Şêrawayê li leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin.

Li gorî daxuyaniyê di vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn."