Tifaqa Kurdistanî êrîşên Îranê şermezar kir

Partî û rêxistinên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê êrîşên ku Îranê li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê kirine, şermezar kirin.

Dewleta Îranê di 28’ê Îlonê de li herêma Zirgiwê ya nêzî bajarê Silêmaniyê û li navçeya Koyê êrîşî baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê kir. Di van êrîşan de kesên sivîl jî bûn hedef. Li gorî daxuyaniya fermî herî kêm 9 kes hatine qetilkirin û 32 kes jî birîndar bûne.

Hewldana Tifaqa Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî ev êrîş şermezar kir. Di tifaqê de KCD, DBP, HDP, DDKD, KDP-T, KDP-BAKUR, KKP, PÎA û Partiya Azad hene.

Di daxuyaniyê de êrîş hate şermezarkirin  û ev tişt hate diyarkirin: “Bi kuştina Jîna Mahsa Amînî re li her dera welat protestoyên demokratîk û sivîl hatin lidarxistin û rejîm bi êrîşan dixwaze van xwepêşandanan bide sekinandin. Vê berxwedana sivîl bi pêşengî û berxwedana jinan pêk hatin û li her dera dinyayê piştgiriya wê hate kirin. Li hemberî vê berxwedanê rejîma Îranê jî hêrsa xwe zêde dike û êrîşî Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê dike.

Ji aliyekî ve Îran êrîşî herêma Kurdistanê dike û ji aliyê din ve jî Tirkiye êrîşî Başûr û Rojava dike. Li hemberî van êrîşan divê partiyên siyasî yên Kurdan yekîtî û helwesta xwe ya hevpar diyar bikin.

Em Tifaqa Kurdistanî van êrîşan bi tundî şermezar dikin û bang dikin ku bila ev êrîş werin sekinandin. Em bang li hikumeta Iraqê, Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ereban û saziyên herêmî û navneteweyî dikin ku li hemberî van êrîşan berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em ji malbatên cangoriyan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.”