Li Cizîrê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Cizîrê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin.
Li Cizîrê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li taxên Cûdî û Sûrê, polîsên tîmên taybet serê sibehê avêtin ser gelek malan.
Di serdegirtinan de Emrûllah Abay, Zekî Onen û Fatîh Yaşar hatin destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya li navçeya Cizîrê.