Du girtiyên li Hewlêrê di rojiya mirinê de ne, banga bihîstyariyê kirin

Mazlûm Dag û Abdurahman Er ên ku li Girtîgeha Hewlêrê li hemberî êşkence, miameleya xerab û bêhiqûqtiyê du roj in ketine rojiya mirinê, banga bihîstyariyê kirin.

Bi hinceta ku di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî peywirdarê MÎT’ê Osman Kose yê ku li Serkonsolosxaneya dewleta Tirk a li Hewlêrê çalakiyek kirine, Mazlûm Dag û Abdurahman Er hatibûn girtin û derbarê wan biryara darvekirinê hatibû dayîn. Dag û Er li dijî êşkence û binpêkirinên mafan di 29’ê Îlonê de rojiya mirinê dabûn destpêkirin.

Her du girtî îro bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin hêzên PDK’ê êşkenceyê li wan dikin.

Li gorî tişta ku malbatan ragihand girtiyan ev tişt gotine “Di dema hejmartinê de pêşmergeyê bi navê Yûsûf hat, çêr û heqaret li me kir. Dema ku me bertek nîşan da, ligel ku destê me di kelepçeyê de bû li me dan. Piştre em xistine hucreya yekkesî. Pêşmergeyê bi navê Yûsûf ev cara sisêyan e heman tiştî dike. Ji bo protestokirina vî tiştî me dest bi rojiya mirinê kir. Ji ber ku me dest bi rojiya mirinê kir, desteya dîsîplînê ya girtîgehê bangî mekir. Me qala êşkenceya li ser xwe kir. Ji me re gotin ‘Hindik kirine, heke lêdan be ne problem e, dikarin we daliqînin jî.’ Em ê li hemberî van tiştan rojiya mirinê bidomînin. Divê gelê Kurd li hemberî vî tiştî bêdeng nemîne.”