Malbatên girtiyan: Desthilatdarî bi dijmanetiyê nêzî pirsgirêka girtiyên nexweş dibe

Malbatên girtiyan ku Nobeta Edaletê didomînin gotin: “Divê girtiyên nexweş bibe rojeva sereke ya Meclîse. Ji ber ku tu kes li ser mirinan serketin bi dest nexistiye”.

Nobedat Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, dane destpêkirin, di roja 361’emîn de li ber Saziya Tîpa Edlî ya Amedê dewam dike.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan.

Daxuyanî ji aliyê keça Abdulhalim Kirtay, Herdem Merwanî ve hat dayîn.

‘EV PIRSGIRÊKA CIVAKÎ YE’

Merwanî got: “Em di daxwazên xwe de bi israr in. Em ji serî ve bi rengekî şexsî nêzî pirsgirêkê nebûne. Ji ber ku ev pirsgirêkek civakî ye.”

Merwanî bi bîr xist ku wê heta çend rojan Meclîs bê vekirin û diyar kir ku divê girtiyên nexweş bibin rojeva yekem ya Meclîsê û wiha dewam kir: “Belê, li welat gelek pirsgirêk hene, lê ya herî girîng rewşa girtiyên nexweş e. Lewma em banga xwe cardin dubare dikin û dibêjin; Partiyên siyasî bila piştgiriyê bidin me. Em dixwazin pirgirêkên girtiyên nexweş demildest bê çareserkirin. Em bang li hemû partiyên siyasî yên Meclîsê dikin; ji pirsgirêka girtiyên nexweş re çareseriyekê bibînin. Em dibêjin ku, bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyên nexweş nebin. Ji ber ku tu kesî li ser mirinan serketin bi dest nexistiye.”

Nobeta Edaletê bi dirûşmên, “Bijî berxwedana zindanan” Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.