Dag û Er ên li zindana PDK'ê ne, dest bi rojiya mirinê kirin

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê bi destkelepçekirî êşkence li wan hate kirin, li dijî êşkenceyê dest bi rojiya mirinê kirin.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er, ku bi hincetea çalakiya 17'ê Tîrmeha 2019'an a ku endamê MÎT'ê Osman Kose û welatiyên Iraqê Nerîman Osman û Beşdar Ramazan hatin kuştin, cezayê îdamê li wan hatibû birîn. Dag û Er diyar kirin ku dest bi rojiya mirinê kirine.

Dag û Er bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku bi devkî û fîzîkî êrîş li wan hatiye kirin, destkelepçekirî êşkence li wan kirine.

Dag û Er destnîşan kirin ku li hemberî binpêkirina mafan û êşkenceyê wan dest bi rojiya mirinê kirine.