Li Êlihê 9 kes hatin destgîrkirin
Li Êlihê di bin navê "lêpirsîna Kobanê" de 9 kes hatin destgîrkirin.
Li Êlihê di bin navê "lêpirsîna Kobanê" de 9 kes hatin destgîrkirin.
Li Êlihê îro danê sibehê di serdegirtina malan de 9 kes hatin desgîrkirin. Di serdegirtina malan de Şerîf Takak, Hamza Kizilçin, Mehmet Şîrîn Ongun, Şîrîn Deger û 5 kesên navê wan nehatin hînbûn hatin destgîrkirin.
Hat diyarkirin ku kesên hatin destgîrkirin di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatine destgîrkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Êlihê.