PJAK’ê êrîşa rejîma Îranê ya bi ser partiyên Rojhilat de şermezar kir

PJAK’ê êrîşên bi drone û fuzeyan ên rejîma Îranê yên bi ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê, Pirdê û gundê Zergiwêz ên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku wê têkoşîn û serhildana li dijî zilm û zordariyê bidome.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê êrîşa rejîma Îranê ya li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran û Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan ên li Koyê û Zergiwêz ên Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

PJAK’ê destnîşan kir ku 26-27’ê Îlonê dewleta faşîst a Tirk a dagirker bi rejîma faşîst a Îranê re herêma Asos bombe kiriye û bombebarana îro ya bi ser partiya “Komele û Demokrat“ nîşaneya wê yekê ye ku dijmin hewil didin li her çar parçeyên Kurdistanê bala raya giştî ya cîhanê li ser serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bide aliyekê din.

PJAK’ê anî ziman ku rejîma faşîst bi van êrîşan dixwaze raya giştî bixapîne, zemîna wê yekê çêdike ku bi komkujî û êrîşên hovane tirsê bixe nava gel ê serî rakiriye û got: “Dewletên faşîst ên desthilat bi hemû hêza xwe ve hewil didin ku li ber yekîtiya gelê Kurd, di her fersendê de partî, rêxistin, çalakvanên siyasî bi rengên cuda bikin hedef, ji bo wê li her çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Ev şerek e li dijî têkoşîna gelan e. Dijmin hewil dide bi şer bersiv bide felsefeya jiyanê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî‘. Ew hêj di destpêka vî şerî de têk çûne. Dijmin lewaz bûye û şoreşa gelan xurt bûye. Ji bo wê dijmin xwe li pêşengtî û pêşketina gelan, fikira azadîxwaziyê ya gelan hêrs dibe.”

PJAK’ê sersaxî ji malbatên kesûkarên wan jiyana xwe ji dest dane re xwest û got: “Ev êrîş metirsiyê zêdetir ser gelê Kurd çêdike, ev yek nayê qebûlkirin. Divê dijmin bizanin ev êrîş nabin sedema bêmoralî û têkoşîna gelê me. Gelê me, wê têkoşîna ji bo azadî, serhildana li dijî zilm û zordariyê bidomîne. Tenê dost û hevalbendên gelê me, çiyayên serbilind ên Kurdistanê ne. Azadî bi têkoşînê ye. Banga yekîtiya neteweyî-demokratîk li gelê xwe dikin.”