'Gelên Kurd û Ermen xwedî heman qederê ne; têkoşîna hevpar wê xurtir bibe'

Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa diyar kir, ku gelên Kurd û Ermen xwedî heman qederê ne û têkildarî radestkirina 2 şoreşgeran got, "Ev bûyer wê bibe sedem ku têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê bê xurtkirin."

Berdevkê Têkiliyên Derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK)  Zagros Hîwa li ser du gerîlayên bi navê Atîla Çîçek (Henk) û Alî Şer (Huseyîn Yildirim) ên Mijdara 2021’ê ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin ji Rojnameya El Nehar El Erebî re axivî. Hîwa Zagros got: "Ev yek di dîroka gelê Ermenî de xiyaneteke mezin e."

Zagros Hîwa anî ziman ku hevrêyên wan Mijdara 2021’ê dema ji Çemê Avareşê derbas dibûn, ji ber rewşa avhewayê û mijê rêya xwe şaş kirin û got: “Bi carekê li muhafizên sînor ên Ermenistanê rast hatin. Ji ber ku Ermenan weke dost dibînin bêyî ku bikevin nava şer, bi wan re dikeve nava diyalogê, lê tên girtin û li Erîvanê dixin hucreyekê.”

Zagros Hîwa li ser şêwazê dadgehkirinê jî ev agahî parve kir: “Derbarê wan daraza Ermenî dozeke vedike û ji bo wan parêzerek jî peyda dikin. Piştî du danişînan 8 sal ceza li wan tê birîn. Her du hevrêyên me jî dikevin grevê. Li ser hewldanên parêzer û hinek rûspiyan doz birin Dadgeha Bilind, li vir di 28’ê Sibatê cezayê 8 salan lê hatî birîn tê rakirin, biryar tê girtin ku her du hevrêyên me bên berdan. Herdu hevrêyên me yên hatin berdan bi rengekî korsanwarî hatin revandin.”

Têkildarî rewşa revandinê ya herdu gerîlayan jî Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa ev got: “Li gorî agahiyên me girtin, Parlementerê bi navê Birêz Kinyaz ê ji kotaya Kurd a li nava Partiya Paşînyan, di hevdîtinên bi Wezareta Edaletê û saziyên cuda yên dewletê de ev yek piştrast kir. Her du jî li Ermenistanê ne, tenduristiya wan baş e, li ser rûmeta dewletê soz dan ku wê berdin, ji bo vê me li ser şêwaz û çawaniya her du hevrêyên xwe li ser çapemeniyê ti agahî parvenekirin.”

Hîwa destnîşan kir ku raste rast ti têkiliyeke wan bi hikûmeta Ermen re nîne û got, "Bi rêya parêzerên dostên me, bi qenalên hikûmet û dîsa kesayetên Kurd û sazî jî bi rêya qenalên diyar ên hikûmetê re di nava têkiliyan de ne.”

Herî dawî Zagros Hîwa got: “Kurd û Ermenî li ser heman erdnîgariyê dijîn û di dîrokê de dewleta Tirk zilm û qetlîam bi serê wan aniye, xwedî qedereke hevpar in. Ji bo wê em rê nadin xiyaneta hikûmeta Paşînyan ziyanê bide qedera hevpar a gelê Kurd û Ermenî. Radestkirina hevrêyên me ya ji aliyê hikûmeta Paşînyan a ji rejîma faşîst a Tirk re ne weke xiyaneta li gelê Kurd, weke xiyaneta herî mezin a li dîroka gelê Ermen dibînin. Em dizanin ku nûnerên rastîn ên gelê Ermenî xiyaneteke wiha qebûl nakin. Ermeniyan helwesta xwe ya li ser radestkirinê bi vekirî li ser medyayê anîn ziman. Ev xiyanet wê ziyanê nede têkiliyên me yên bi gelê Ermen re, berovajî wê bibe yek ji sedemên din ên xurtkirina têkoşîna me ya li dijî faşîzmê.”