Vê sibehê rejîma Îranê hemwext bi dronên bombebarkirî, dîsa bi muşekan navend û baregehên hêz û partiyên Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi dijwarî bombe kirin.
Wezîrê Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Saman Berzencî ji bo cara duyem daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama êrîşan de heta niha 9 kes hatine qetilkirin, 31 kes jî birîndar bûne.
Berzencî di daxuyaniya xwe ya beriya niha de destnîşan kiribû ku dibe ev hejmar zêdetir jî bibe.