Li Şirnexê talankirina daristanan didome
Li herêma Besta û Cûdî û Gabarê di bin çavdêriya leşkeran de û bi destê cerdevanan dar tên birîn.
Li herêma Besta û Cûdî û Gabarê di bin çavdêriya leşkeran de û bi destê cerdevanan dar tên birîn.
Li herêma Besta, Cûdî û Gabarê yên Şirnexê talankirina xwezayê berdewam dike. Li herêmê di bin çavdêriya leşkeran de û bi destê cerdevanan dar tên birîn. Li gel hemû bertekan jî birîna daran berdewam dike. Vêcar jî li ser TIR’an bi brandayan digirin.
Bi tonan daran dibirin û bi TIR’an dibin difiroşin bajarên wek Dîlok, Riha û Gurgumê.
Hat zanîn ku ji ajokarên TIR’an ji bo balê nekişînin bi ser xwe de, ser TIR’an digirin û yek bi yek ji bajêr derdikevin.