Di êrîşên Îran ya li ser Başûrê Kurdistanê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di encama êrîşa balafirên biçek û bêmirov yên rejîma Îranê li ser baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de herî kêm 2 kes jiyana xwe ji dest dane û û 7 kes jî birîndar bûne.

Di êrîşê de herêmên girêdayî Silemanî û Hewlêrê bûn hedef. Di rojên dawî de gelek herêm bênavber tê bombekirin.

Rêveberê Parastina Şaristanî yê Koyeyê Goran Ehmed Simaqe ji Rojnewsê re axivî û bîlanço piştrast kir û wiha got: “Heta niha du şehîd û 7 birîndar ji baregeha Demokrat gihandine nexweşxaneya Koyeyê. Hinek kesên din ên birîndar jî hê jî li cihê bûyerê mane û em hewl didin wan jî rizgar bikin.

Çavkaniyên PDK-Î diyar kir ku di êrîşê de dibistan û zarok hatine hedef girtin û ji hesabên xwe yên Twîtterê de wiha gotin: “Hêzên terorîst ya rêjîma Îslamî ya Îranê ji bo ku bala çalakiyên protestoyî yen li Kurdistan û Îranê bikişîne milekî din êrîşê baregehên partiyên me wargehên penaber ên Koyê dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin!”

Balafirên biçek û bêmirov yên rejîma Îranê baregehên Komeleya Kedkarên Şoreşger ên Kurdistana Îranê jî bi dijwarî bombe kir.

Komîteya Navendî ya Komeleyê diyar kir ku êrîşê de baregehên Komeleyê bi balafirên biçek û bêmirov hatine hedefgirtin. Her wiha diyar kir ku di encama êrîşê tu ziyanên canî çênebûne

Rayederên Hikumeta Herêma Kurdistanê hê jî bêdeng in.