Tevgera Azadî: Tenê yekitî serkeftinê mîsoger dike

Tevgera Azadî êrîşên rejîma Îranê şermezar kir û got: “Tenê yekitî û yekgirtin serkeftinê mîsoger dike. Divê her hêz û aliyek siyasî û her Kurdek bi erkê xwe yê welatparêzî û exlaqî, li dijî êrîşan rabe.”

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) derbarê êrîşên rejima Îranê yên li ser baregeh, kamp û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistan ên li nava xaka Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û êrîşan bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha ye:

“Wek eşkereye rejîma Îranê ji bo nixûmandina binkeftina xwe ya li beramberî pêla nerazîbûnên gelên Îranê ku bi mirina trajedî ya keça Kurd Jîna Emînî mezin bûye û bi pêşenggiya jinan û ciwanên azadîxwaz tê kirin, di nava binkeftineke dîrokî de ye, ji bo wê dest bi van êrîşan kiriye. Bi van êrîşan dixwaze raya giştî mijûl bike û rewayetî bide bi zêdekirina zilma xwe ya li ser gelên serhildêr ên Rojhilat û tevayî gelên Îranê.

Ji her alî ve êrîşê ser gelê Kurd tê kirin. Dewleta Tirk a faşîst li Rojava ta Mexmûr, Şengal, Behdînan û Şarbajêr her roj komkujiyan pêktîne. Vaye dewleta Îran û Tirkiye jî bi hev re hevkariya hev dikin ji bo destkeftiyên gelê Kurd tine bikin û pêşî li destkeftiyên rewa yên gelê Kurd bigrin.

Tenê yekitî û yekgirtin serkeftinê mîsoger dike. Pêwîste her hêz û aliyek siyasî û her kesek Kurd bi erkê xwe yê welatparêzî û exlaqî li dijî van êrîşên dagirkeran ên li ser xak, serwerî û jiyana welatiyan rabe.

Divê hikûmetên Herêm û Iraqê her wiha her sê serokatiyên Herêm û Iraqê ji bo rawestandina van êrîşên dijminkarane yên Îran û Tirkiyeyê xwedî helwestek cidî bin.”