Şenyaşar: Heta tu dayîka Emîne nebînî wê hevhelalkirin çawa pêk bê

Malbata Şenyaşar ku 570 roj in ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têdikoşin, gotina Erdogan ku digot; “Ez ji hevhelalkirinê re vekirî me bi bîr xist û pirs kir: “Heta ku hûn vê dayikê nebînin gelo wê ev hevhelalkirin çawa bibe?

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya’emîn de li pêşiya avahiya edliyeyê dewam kir.

Çalakiya malbatê di roja 570’an de li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” berdewam kir. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirgirêkên tenduristiyê nekarî tevlî nobetê bibe û çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Ferît Şenyaşar daxwazên xwe yên edaletê careke din dubare kir û ji bo têkoşîna ku didin meşandin piştgirî xwest.

Ferît Şenyaşar got: “Nobeta edaletê ya dayika min didome. Dayik, edaletê dixwaze. Hevjîn û 2 kurên wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Kurekê wê jî niha li girtîgehê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dayik nikare di van şert û mercan de li malê rûne. Lewma bi vî halê xwe yê nexweş neçar dimîne ku bê pêşiya edliyeyê.” 
 
Şenyaşar gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku şevê din di bernameyeke televîzyonê de digot; “Eger di mijara hevhelalkirinê de pirsgirêkek hebe, ez di wê mijarê de amade me” bi bîr xist û wiha dewam kir: “Dayikê gelek caran li vir bang li rayedaran kir û got; ‘edaletê pêk bînin.’ Rayedar qala hevhelalkirinê dikin. Heta ku hûn vê dayikê nebînin gelo wê ev hevhelalkirin çawa bibe? Daxwaza dayika min, daxwaza milyonan kesan e. Dayik, edaletê dixwaze. Li pêşiya me hilbijartin heye. Eger edalet pêk neyê, em ê li her qadên mitîngan daxwaza dayikê bînin ziman. Dayik nexweş e û divê bê tedawîkirin. Yên ku ji xwe re dibêjin mirov nikarin li hemberî vê daxwazê bêdeng bimînin.”