HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Hevalên me Azad û Adil jî di nav berxwedana dîrokî û destanî ya tunelên şer ên Werxelê de cih girtine.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev agahî da:

“Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li ser gelê me bigihîne encamê, bi operasyonên ku di 24’ê Nîsana 2021’an de li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna daye destpêkirin, êrîşên xwe yên ji bo tasfiyekirina destkeftiyên gelê me, anî asteke nû. Bi van êrîşên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, dixwazin destkeftiyên ku gelê me bi dehan salan bi ked, fedekarî û berdêlên mezin bi dest xistiye desteser bikin. Dagirkeran partiya me PKK’ê li hemberî vê plana xwe ya qirêj astengiya herî mezin didît û dema ku xwestin partiya me tasfiye bikin rastî îradeya xurt a gerîlayên Apoyî hat. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li hemberî hemû êrîşên dijmirovî yên dewleta Tirk a neket dudiliyê, bi berxwedana xwe ya dîrokî mirazê dagirkeran di qirika wand e hişt û dewleta Tirk a qirker anî asta têkçûnê. Dewleta Tirk a ku xwest xwe ji vê xitimandinê rizgar bike, serî li kirinên dermirovî da û bi çekên kîmyewî êrîşî hêzên me yên gerîla yên di tunelên şer de kir. Artêşa Tirk a dagirker di dîroka xwe de tu carî evqasî çekên kîmyewî bi kar neaniye, hevalên me bi mehan li ber xwe dane û rûmeta gelê me parastine. Hevrêyên me tevî hemû şert û mercên dijwar jî ji berxwedana xwe ya destanî tawîz nedan, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û bûn nûnerên Kurdbûna azad.

Hevrêyên me Adil û Azad jî tevlî berxwedana dîrokî û destanî ya li tunelên şerê Werxelê bûn. Ev berxwedan bi mehan domiya û qehremaniyên herî mezin pêk hatine. Ev hevalên me tevî Cûmalî û Çavrê di heman çeperê de şer kirin û li pêşiya dijmin bûn bend. Ligel ku bi mehan bi çekên kîmyewî êrîşî wan hate kirin jî, wan dev ji berxwedana xwe bernedan. Hevrêyên me Adil û Azad ku şahidiya şehadeta gelek hevrêyên xwe kirin, ev şehadet kirin bingeha têkoşîneke zêdetir. Di 26’ê Îlona 2021’an de piştî teqîn û êrîşên kîmyewî yên zêde, têkiliya me bi her du hevalên em qut bûbû. Eşkere bû ku ev her du hevalên me şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Adil Qaşûrî

  Nav û paşnav:Bayram Berk  

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Sarya – Zekî

  Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2021’an / Avaşîn

 

  Nasnav: Azad Gerîla

  Nav û paşnav:Xelîl Gedro

  Cihê jidayikbûnê: Heleb

  Navê dê û bav: Şoreş - Mûhammed

  Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2021’an / Avaşîn

ADIL QAŞÛRÎ

Yek ji eşîra Botanê ya bi kok û welatparêz eşîra Qaşûrî, ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê ve xwedî li têkoşîna me derketiye, weke têkoşîna xwe dîtiye û ji bo vê jî bi sedan zarokên xwe yên hêja tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kirine. Piştî her şehadetê; ji bo ku têkoşîna şehîdên me bidome û çekên wan li erdê nemînin zarokên xwe yên herî leheng tevlî refên gerîla kirin. Hevrêyê me Adil ku endamê vê eşîra hêja ye ku zarokên xwe bi çanda berxwedana Botanê mezin kiriye, di malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Bi saya hişmendiya kûr a welatparêziyê ya eşîra ku tê de ye û derdora ku lê dijî, partiya me di temenê xwe yê biçûk de haya wî PKK û gerîlayê azadiyê çêbûye û bi heyraniyeke mezin pê ve hatiye girêdan. Weke her zarokekî Kurd hevrêyê me Adil jî li hemberî hovîtiya dijmin xeyal dikir ku rojekê bibe gerîla û xwest tola gelê me hilîne. Hevrêyê me Adil ku di ciwaniya xwe de bû şahidê êrîş û qetlîamên dijmin, vê carê hêza wî çêbûye ku gotina xwe bibêje û pêk bîne. Hevrêyê me Adil ku di wê baweriyê de ye têkoşîna li dijî êrîşên dijmin vebijarkeke din wê were wateya îxaneta gelê me û ji ber vê di nava xebatên ciwanan de cih girt. Her çiqas di van xebatan de serketî bû jî, têkoşîna xwe têr nedidît. Hevrêyê me Adil di sala 2015'an de ji xaka xwe ya ji dayik bûye tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Adil ji ber ku herêma li dijiya qada çalakiyê ya gerîlayan bû, wî her dem gerîla didît û ji ber vê zû hînî jiyana gerîla û çiyayan bûye. Hevrêyê me Adil ku tecrubeyên xwe yên li ser jiyana çiyayan bi rêhevalên xwe yên ku pê re perwerde dîtiye re parve kir, ji rojên destpêkê yên gerîlatiyê dest bi pêşengiyê kiriye. Hevrêyê me Adil di heman salê de ji bo ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike û tola gelê me yê Êzidî hilîne, di aliyê leşkerî de xwe bi pêş ve biriye. Tevî ku gerîlayekî nû bû jî, bi tevlîbûna xwe ya têkoşînê ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve weke mînak dihat dîtin. Bi wêrekiya xwe di şerê li dijî çeteyan de derket pêş û beşdarî gelek çalakiyan bû. Weke milîtanekî Apoyî her tim xwe ji azadiya gelê me berpirsyar dîtiye û bi vê hişmendiyê têkoşiyaye. Li hemberî karesata li ser gelê me yê Êzidî hê bêhtir li dijmin hêrs bû û fêm kir heta ku welatê me Kurdistan bi tevahî rizgar nebe, ev êşa gelê me bi dawî nabe. Ew di vê baweriyê de bû ku ji bo vê, divê zêdetir weke mîlîtan şer bike. Ji bo vê jî her tim xwe nirxand û îrade nîşan da ku astengiyên li pêşiya xwe derbas bike. Hevrê Adil ku di sala 2018’an de piştî erka xwe ya li Şengalê qedand, vegeriya çiyayên Kurdistanê, tecrubeyên xwe yên li qada şer bi hevrêyên xwe re parve kir. Di şer de ji ber ku hin hevalên wî ji ber tunebûna derfetên dermanan şehîd bû, wî jî berê xwe da qada tendirustiyê. Hevrêyê me Adil ku jiyana hevalên xwe di ser her tiştî re digirt, ji bo ku bikaribe alîkariya hevalên xwe yên birîndar bike û wan ji nû ve vegerîne li jiyanê û têkoşînê, xwe berpirsyar dît û dest bi perwerdeya tenduristiyê kir. Bi azmûna pratîkî ya ku di dema şer de bi dest xistibû bi avantaj dest bi perwerdehiyê kir û di demeke kin de wek pisporekî tenduristiyê yê jêhatî di eniyên şer de cih girt. Hevrêyê me Adil ku qada yekemîn a pratîka wî Avaşîn bû, bi qasî 3 sal in li vê qadê pratîkeke serkeftî meşand. Hevrê Adil ji ber ku bi hevalên xwe yên birîndar û tedawiya wan eleqedar dibû, roj bi roj di xebatên xwe de bi pêş ve çûye û di nav hevalên xwe de bûye ‘Doktor Adil’

Hevrê Adil ê ku di sala 2021’an de di êrîşên dijmin ên li ser herêma Avaşînê de bi hevalên xwe re di çeperên berxwedanê de cih girt, li ku derê hevalekî wî birîndar bûye, ew çûye hawara hevalên xwe. Tevî hemû şert û mercên dijwar ên şer, birînên hevrêyên xwe derman kir û kedeke mezin da. Bi hemû hêza xwe hewl dida hevrêyên xwe yên ku ji êrîşên çekên kîmyewî yên dijmin birîndar bûne, tedawî bike û kedeke mezin nîşan daye. Dema bi hevrêyên xwe re mijûl dibû, di heman demê de ew jî rastî êrîşên çekên kîmyewî jî hat, lê tu carî nîşanî hevalên xwe neda.Hevrêyê me Adil ku di tunelên şer ên Werxelê de ya ku herî dawîn di pêşengiya Cûmalî û Çavrê de destanên lehengiyê lê hate nivîsandin, ew jî bû yek ji qehremanên vê lehengiyê. Wî him li ber xwe da û him jî ji bo ku alîkariyê bide hevalên xwe yên li ber xwe didin, çi ji destê wî hatiye kiriye. Dema ku dijmin di 26’ê Îlona 2021’an de bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş kir, hevalê me Adil jî şehîd bû. Heval Adil bûye yek ji mînaka herî sade ya dirustî, fedakarî û girêdana bi hevalên xwe.

AZAD GERÎLA

Hevrêyê me Azad ku di nava malbateke binavûdeng û naskirî ya Efrînê de li Helebê ji dayik bû, bi çand welatparêzî û girêdana bi çanda xwe mezin bû. Ji ber vê sedemê jî ji zarokatiya xwe ve ji aliyê hewirdorê xwe ve hatiye hezkirin. Hevrêyê me Azad ê ku di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de mezin bû, bû şahidê hemû qonaxên şoreşê yên ku gelê me xêz kir. Hevrêyê me Azad ji kêliyên herî dijwar ên şoreşê heta kêliyên serketinê bû şahidê gelek bûyeran û dilê wî bi şoreşê re mezin bû. Li hemberî berxwedana gelê me yê bi pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî li Efrîn û Helebê ku çeteyan têk dibir, bi heyranî şopand û hêz ji lehengî û fedekariyên şervanên azadiyê yên Rojava digirt. Di wê baweriyê de bû ku divê ew jî mîna van şervanan ji bo azadiya gelê me têbikoşe û şervanî û gerîlatî ji xwe re kir armanca sereke. Di sala 2018’an de gelê me di êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê de rastî qirkirinê hat, hevrêyê me Azad gelekî bandor kir. Hevrêyê me Azad ku ji dijmin gelekî hêrs bû, di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû û di wê baweriyê de bû ku tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare bersivê bide komkujiyên li ser gelê me hatine kirin.

Hevrê Azad ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla yekser xwe bi jiyana çiyayî û gerîlatiyê re adapte kir, bi saya jêhatîbûna hînbûnê re di demeke kin de ezmûneke girîng a jiyanî û rêxistinî bi dest xist. Hevrêyê me Azad ku bi kesayetiya xwe ya sade, durust û gihîştî re rengê xwe li her qada lê bû nîşan da, di her qada çû de yekser karîbû bi hevrêyên xwe re entegre bibe. Bi saya nirxê ku dida hevrêtiyê, hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kir. Hevrêyê me Azad ku sedemên êrîşên dijmin ên em pê re rû bi rû man derxist hişmendiyê, weke Gel û Tevger bi hişmendiya ku em ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne xwest têkoşîna xwe mezin bike. Dizanibû ku divê ew jî weke milîtanekî Apoyî erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî herî baş bi cih bîne û li ser vê bingehê giranî da perwerdeya xwe ya leşkerî û bîrdozî. Rastiya ku dijmin li her derê li dijî gelê me êrîş dike, hewl dide destketiyên gelê me tine bike û dixwaze di şexsê gerîlayê azadiya Kurdistanê de gelê me qir bike, têra hevrêyê me Azad kir ku di çûyîna eniyên şer de israr bike. Hevrêyê me Azad ku ji bo li pêşberî êrîşên dijmin li ber xwe bide tevî hevrêyên xwe çû herêma Avaşînê, nikarîbû heyraniya xwe ya li bedewiyên xwezayî yên Avaşînê veşêre. Di wê baweriyê de bû ku divê ev xweza û erdnîgariyeke bedew bê parastin û ji bo vê jî her berdêl bê dayîn.

Hevrêyê me Azad ku bi vê bîr û baweriyê berê xwe da tunelên şer, di gelek xebatan de bi taybet xebatên binesaziyê cih girt û di çêkirina tunelên şer de kedên girîng dan. Hevrêyê me Azad ku di gelek xebatan de bi saya taybetmendiyên xwe yên fedekarî û kedkariyê bi ser ket, li qada Berxwedanê ya Werxelê rastî êrîşên dijmin ên li dijî Avaşînê hat. Hevrê Azad ku bi tevlîbûna di gelek çalakiyên li dijî dijmin de erka xwe ya milîtantiyê bi cih anî, dizane ku di her derbeya li dijmin de tola gelê me û hevrêyên me yên şehîd distîne. Tevî hemû êrîşên dijmin ên li dijî mirovahiyê, hevrêyê me Azad ku ti carî ji îradeya Apoyî tawîz neda, bi hevrêyên xwe re berxwedaneke ser îrade mirovî pêş xist û hemû planên qirêj ên dijmin pûç kir. Hevrêyê me Azad ku li gorî gelek hevrêyên xwe yên ku bi wan re şer kiriye ciwan û nû ye, bi tevlîbûn û helwesta xwe ya di xeta fedayî de bûye milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Azad ê ku di encama teqînên mezin ên dijmin ên 26’ê Îlona 2021’an û êrîşên dijwar ên çekên kîmyewî de şehîd bû, ji bo hemû hevrêyên xwe bû sedema tolhildan û têkoşîneke mezin.

Malbatên hêja yên ewladên me yên qehreman, ku mîna hevrêyên me Adil û Azad milîtanên fedaî mezin kirin û anîn nava têkoşîna azadiyê ya gelê me, divê bi van ewladên leheng serbilind bin. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Adil û Azad re dixwazin."