Niyaz Hamîd: Domandina tecrîda li ser Rêber Ocalan domandina şer e

Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan tê wateya domandina şer û nenasîna pirsa Kurd.”

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2011’an û vir ve tecrîdeke giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye, bi ti rengî rê nayê dayîn ku parêzer û malbat hevdîtinê bi wî re bike. Di roja îro de fikar û metirsiyên gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd a li ser Ocalan her diçe zêdetir dibe.

Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd ji ANF’ê re axivî.

Hamîd diyar kir ku zêdetirî 20 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û di nava tecrîdeke giran de ye û got: “Dixwazin bi rêya Ocalan gelê Kurd ceza bikin. Bi wateyeke din bi rêya tecrîda li ser Rêber Ocalan dixwazin pêşî li çareseriya pirsa Kurd û ya herêmê bigirin. Ji ber ku çareseriya ji bo rewşa niha li gel Ocalan e.”

‘PKK JI BO ÇARESERIYA PIRSA KURD HEYE’

Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd destnîşan kir ku gelê Kurd xwedî dîrokeke hezar salî ye li herêmê û wiha domand: “Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye. PKK ji bo gel ji dagirkeriyê rizgar bike hatiye avakirin. PKK ji bo çareseriyê hatiye avakirin, ne ji bo şer. Hemû xebatên wê jî ji bo aştiyê ye.”

‘NIYETEK BAŞ A ALIYÊ PÊŞ BER HEBE, OCALAN DIKARE VÊ DOZA REWA ÇARESER BIKE’

Hamîd bal kişand li ser hewldan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsa Kurd û ev nirxandin kir: “Di hevdîtinekê de Rêber Ocalan gotibû ku ew dikare pirsa Kurd di nava hefteyekê de çareser bike. Niha jî Rêber Ocalan xwedî wê kêrhatiyê ye. Kesekî xwedî proje ye. Bi milyonan kes li pişt e. Ew tevgereke dîplomasî, leşkerî û cemawerî ye. Hem li Kurdistan û dîasporayê heye û girêdayî rêzdar Ocalan in. Eger niyetek baş a beramber hebe rêzdar Ocalan dikare vê doza rewa çareser bike.”

‘DEWLETA TIRK PÊŞIYA AŞTIYÊ DIGIRE’

Herî dawî Niyaz Hamîd ev got: “Ew ên ku pêşiya çareseriya pirsa Kurd digirin, dewleta Tirk e. Ji ber ku dewleta Tirk di çarçoveya îslama siyasî xwe bi rê ve dibe. Li ser şer xwe bi rê ve dibe. Bi vî rengî temenê xwe dirêj dike. Li dijî gelê Kurd şer dike. Ji bo wê ye li gorî min, siyaseta şer a dewleta Tirkiye ya dagirker pêş li aştiya gelan digere. Ji bo wê ye ku tecrîdê li ser Rêber Ocalan dikin. Ji ber ku derfetê Rêber Ocalan hebe dikare pirsgirêkan çareser bike û pêşiya şer bigire.”