Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, ku têkoşîna li Tirkiye û Kurdistanê, şerê navbera gelê Kurd û dewleta Tirk a mêtinger-qirker wê sala 2023'an diyar bike.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bersiv da pirsên ANF'ê.
Li Îran û Rojhilat geşedan hene, rewşeke şoreşê heye. Hêzên li dijî rejîmê wate û girîngiya xwe çi ne, bandoreke çawa li herêmê kirin?
Belê, ji nîveka meha Îlonê û vir ve li seranserê Îranê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan li derdora dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' tevgereke xurt a serhildanê derketiye holê û ev tevger di sala 2022’an de hêjayî pêşketinên herî girîng ên Rojhilata Navîn e. Him di encama kûrahiya îdeolojîk a li ser esasê pêşengiya jinê û him jî bi bandorbûn û berbelavbûna wê de, xwe bi lez û bez veguherandiye tevgereke herêmî û cîhanî.
Ev serhildana ku piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ya ku li Rojhilatê Kurdistanê xwendekar bû, li Tehranê dest pê kir, bi awayekî herî şênber azadiya jinê qîriya, di heman demê de bû tevgereke bi armanca demokratîkkirina gel. Ev serhildan dixwaze di nav pergaleke demokratîk de azadiyên civakî werin jiyîn. Pir watedar û girîng bû. Wê Îran careke din kir cîhekî şoreşgerî ku li dîroka xwe tê. Bi vî awayî şoreşa Rojhilata Navîn temam kir. Bala xwe bidinê dema ku tevgera şoreşgerî li Îranê qels bû, rastiya şoreşgerî ya Rojhilata Navîn hinekî qels û kêm dima. Vê tevgerê bi rakirina vê qelsiyê, Rojhilata Navîn veguherand tevgera civaka demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê û qada şoreşa demokratîk. Her wiha şoreşa Kurdistanê û şoreşa jinên Kurd jî temam kir. Serhildana Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan bi vî rengî ne tenê şoreşa azadiya jinê ya li Kurdistanê belavî hemû jinên Kurd kir, di heman demê de Têkoşîna Azadiya Kurd li tevahiya Kurdistanê belav kir. Vê yekê hişt ku potansiyela xurt a civakî û jinê ya Rojhilatê Kurdistanê bi vî rengî ber bi şoreşê ve were kişandin û tevlî şoreşê bibe. Ev tişt bûyerên herî girîng ên sê meh û nîvê dawîn e.
Li ser vê bingehê ez têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Îran û Rojhilat Navîn ku bi biryardarî kirin silav dikim, şehîdên wan bi bîr tînim. Ez bawer im wê bi ser bikevin. Divê ev tişt were zanîn. Yek ji qada ku têkoşîna di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst û hêzên modernîteya demokratîk bi awayekî zelal tê dîtin, Îran e. Ev tişt li ber çavan e.Di rastiyê de, pêwîst e ku niha bi vî awayî were nirxandin. Rêber Apo Şoreşa Îranê ya ku di dawiya salên 1970’an de nirxand û got, ‘Şerê herî şênber ê modernîteyê hatin jiyîn’. Niha em dibînin ku her du hêzên modernîteyê li Îranê bi heman awayî lê bi rewşeke zelaltir şer dikin. Têkoşîna heyî divê bi vê perspektîfê were nirxandin. Jin, ciwan û kesên azadî û demokrasiyê dixwazin teqez hêzên modernîteya demokratîk temsîl dikin. Heta em dikarin bibêjin ku ew pêşengên hêzên modernîteya demokratîk in. Divê were zanîn ku hêzên li dijî wan derdikevin, pêşî li wan digirin û bi komkujiyan bersiv didin jî hêzên modernîteya kapîtalîst in. Hêzên ku dixwazin Îranê bi pergala kapîtalîst a modernîteyê re li hev bînin û wan bikin yek.
Em vî tiştî dibîni, nakokî û şerê 40 sal berê bi rastî jî bi vî awayî berdewam dike. Hêzên modernîteya demokratîk li dijî hêzên pergala modernîteya kapîtalîst ên ku dixwazin Îranê bi pergala modernîteya kapîtalîst bikin yek, şer dikin. Ev tê wê wateya ku hêzên modernîteya demokratîk li Îranê ji holê ranebûn, tasfiye nebûne. Dest ji israra xwe ya di azadî û demokrasiyê de bernedane. Niha jî bi têkoşîneke wisa dixwazin Îran ne qada modernîteya kapîtalîst, qada modernîteya demokratîk de be, di vî tiştî de israr dikin. Berî her tiştî divê em vê rastiyê bibînin. Ji ber vê yekê pêwîst e naveroka şoreşa azadîxwaz û demokratîk a ku beriya çil salan li dijî Şah pêş ketiye baş û rast were fêmkirin. Îro jin, ciwan û gelên azadiyê dixwazin, wê temsîl dikin. Niha jî naveroka bîrdozî ya şoreşa ku li dijî Şah bi dest xistiye, didomînin û dixwazin serdestiyê li ser bikin. Ya rastî li hemberî kesên ku ji vê naverokê dûr ketine, yên ku dixwazin xwe bi pergala kapîtalîst a modernîteyê û pergala kapîtalîst re li hev bikin têdikoşin. Ev jî pir girîng û watedar e. Têkoşîna heyî xwedî wate û girîngiyeke wiha dîrokî ye. Îro jî bi pêşengiya jinan 'Jin Jiyan Azadî' di serhildana şoreşa mezin a ku li dijî Şah pêş ket de, hebûna xwe didomîne. Dixwazin bi bandortir bin. Bi vê armancê çil sal in di nava civakê de hedef hatine jiyîn. Îro ev tişt derdikeve holê.Li aliyê din jî divê em bibêjin ku civaka Îranê civaka herî demokratîk, xwebîr û rêxistinkirî ya Rojhilata Navîn e. Bi rastî jî dîrokeke wê ya wiha heye. Tevgerên azadîxwaz û demokrasiyê di qada Îranê de herî zêde di dîrokê de pêş ketine, ji Mazdekiyan heta Hurremiyan, ji Rûstem heta Zal û Babekiyan, tevgerên herî bi hêz ên azadiyê yên dîrokê di Îranê de hebûn. Civaka Îranê civakeke wisa bû ku her dem azadîxwaz bû û li demokrastiyê digeriya. Ji ber vê yekê li Îranê civakîbûn pir xurt e. Jiyana civakî bi bandor e. Fransî weke civaka ku herî zêde tevgera civaka sivîl û jiyana demokratîk li Ewropayê pêş xistiye tê pênasekirin. Li Rojhilata Navîn teqez divê em civakên Îranê li ser vê bingehê qebûl bikin. Ji ber vê yekê tevgera serhildana heyî û lêgerîna wê ya azadî û demokrasiyê xwedî bingeheke dîrokî ya xurt e. Îro ev bingeha dîrokî rastî hesabpirsînê hatiye. Wê encamên vê têkoşînê bersivê bidin pirsên wekî ‘Gelo şoreşa çil salî wê bibe şoreşa modernîteya demokratîk, wê jiyana demokratîk a gelan bi pêşengiya jinê misoger bike, an jî wê wekî serdema Şah modernîteya kapîtalîst bi pergala kapîtalîst re bibe yek?’
Di vir de mirov dikare van tiştan lê zêde bike, pergala heyî ya Îranê dikare xwe reform bike. Li gorî daxwazên azadî û demokrasiyê yên jin û beşên din ên civakî dikare xwe nû bike û xwe biguherîne. Xwedî avahiyeke wisa ye. Divê sîstema heyî ya Îranê bi vî awayî were fêmkirin. Lê ji bo vê yekê hişmendiyek guncav hewce dike. Pêdivî bi feraset û sererastkirina şêwazê heye. Bi rastî jî ger bikaribe guhertineke wiha bijî, pergal dikare xwe reform bike û van pirsgirêkan çareser bike. Dikare bi nûkirina xwe û bi destpêkirina şoreşê re bêyî ku serî li zorê û tundiyê bide, xwe veguherîne tevgerek demokrasiya Îslamî ya xurt. Dikare Îslama demokratîk bi awayekî herî xurt li Îranê biafirîne. Di vê yekê de rewşek zelal heye. Me jî ji bo pêşketinên bi vî rengî bang kir. Di rastiyê de, me dixwest ku di vê mijarê de şer çênebin. Me jî diyar kir ku em dikarin destekê bidin, lê dixuye ku hêzên ku ji demokratîkbûnê re vekirîne qels in, belkî jî hêzên ku meyla modernîteya kapîtalîst dikin niha hewl didin di rêveberiyê de xurt bin. Erê nêzîkatiyek bi baldarî bû. Metodên hişk neketin pratîkê lê çareseriyek jî pêk nehat. Her ku çû girtin û darvekirin zêdetir bûn. Bê guman em van tiştan rast nabînin. Weke tevgerê ji destpêkê ve me got 'di nava vê de divê tundî neyê kirin'. Her wiha me bang li jin û civakên azadîxwaz kir ku ‘Tundiyê nekin, di çarçoveya rewabûna xwe de bi rêbazên demokratîk têkoşînê bimeşînin’ Her wiha me bang li rêveberiya Îranê jî kiriye. Her wiha me diyar kir ku baştir e ku tundûtûjiyê neyê kirin, bi zextan van daxwazan netepisînin û li çareseriyên reformxwaz bigeine. Her çend ew bi tevahî tepisandin nebû jî, bikaranîna şîdetê di van demên dawî de zêde bûye. Hejmara miriyan zêde bûye. Mirov hatin darvekirin. Ev tiştên şaş in. Em bang li rêveberiya Îranê dikin ku ji pêkanînên bi vî rengî dûr bisekine, darvekirin û bikaranîna tundiyê rawestîne û hewl bide jin, ciwan, mirovên azadî û demokrasiyê dixwazin, fam bike. Ya rast ev e. Di rastiyê de ji bo Îranê pêşketinek û çavkaniya hêzê ye ku jinên Îranî û civakên wan hesasiyet û dînamîzmeke wiha nîşan didin. Teqez ne faktora xerabiyê ye, lê faktora başî, pozîtîf û bedewiyê ye. Ev geşedan in Îranê dewlemend, şoreşger, sosyalîst dike û ji bo jiyana li Îranê wateyekê lê bar dike. Ji ber vê yekê weke rêveberiyeke ku hewl dide di hin aliyan de li dijî pergala modernîteya kapîtalîst derkeve, divê ji ber van geşedanan razî bin. Divê wan ji bo xwe wekî hêmanek dewlemendî û mezinahiyê bibîne. Li gorî vê yekê jî pêwîst e ku ji bo çareseriyên reformxwaz werin fêmkirin, nîqaş werin kirin, axaftin werin kirin. Em bawer in ev helwest wê rêveberên Îranê xurttir bikin. Em banga xwe ya li ser vî esasî dubare dikin. Em dixwazin darvekirin û bikaranîna tundiyê bê rawestandin. Em diyar dikin ku zêdebûna bikaranîna şîdetê û zêdebûna darvekirinê wê ji her kesî zêdetir zirarê bide civak, pergal û rêveberiya Îranê.Divê em jî lê zêde bikin: divê geşedanên li Îranê, serhildanên bi pêşengiya jinan,wekî tevgera şoreşger a di çarçoveya têkoşîna siasî, leşkerî û serwerî ya teng a Şoreşa Îranê neyê dîtin. Ev nêzikatî gelekî teng in. Şoreşa Îranê, Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ji vê zêdetir e. Bi qalibên teng ên siyaset û xizmeta leşkerî nayê diyarkirin. Ne tevgereke şoreşgerî ye ku bi awayê 'Rêveberiya filan kesî hat rûxandin û li şûna wê rêveberiya kesekî din jî bi heman rengî hat avakirin'. Jixwe ev ne pir watedar e. Mirov nikare ji wê re bibêje şoreş. Şoreşa Îranê xwedî bingehên dîrokî ye. Wateya wê ya îroyî jî pir berfireh e. Beriya her tiştî şoreşeke feraseteke mezin, şoreşeke cidî ya jiyanê, şoreşeke bîrdozî ye. Em bala xwe bidinê, feraset û naveroka bîrdozî ya şoreşê pir kûr e. Ew rasterast bi şêwaza jiyanê ve girêdayî ye. Mirov dixwazin şêwaza jiyanê were azadkirin. Li ser vî esasî dixwazin civaka demokratîk were geşkirin û rêveberî demokratîk bibe. Lewma şoreşa Îranê, daxwazên jin û ciwanên Îranê, bêguman ne daxwazên basît in, ne berjewendiyên biçûk in, ne peydakirina destkeftiyên maddî ne. Berevajî vê, lêgerîna heqîqetê îfade dike. Ciyawaziya wê ya şoreşa heqîqetê ya bi hêz e. Şoreşa heqîqetê çi ye? Em baş dizanin ku şoreşa feraset û şêwazê jiyanê ye. Ger hûn bala xwe bidinê, esasê geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di rastiyê de guhertina bîr û ramanê, guhertina tarza jiyanê, yanî guhertin û pêşketina bîrdozî ye. Em wisa bibînin û wisa fêm bikin.
Di vî warî de naveroka wê ya civakî pir kûr e. Şoreşeke wisa ye ku aliyên wê yên civakî zêde ne. Şoreşeke wisa ye ku bi qalibên siyasî û leşkerî yên teng nayê fêmkirin û pênasekirin. Di wê kêlîkê de di ruh, hest, bîr, tevtger, tarza jiyana mirovan de dibe şoreşek. Bi guhertinên li van qadan re, şoreşeke wisa ye ku xwe her dem hebûna xwe didomîne. Di vî warî de di sê meh û nîvê dawîn de li Îranê şoreşeke mezin pêk tê. Em bi rehetî dibînin ku jin, ciwan û civak ber bi guhertineke xurt a ferasetê ve diçin, şêwazên feraseta kevn dişkîne, têgihiştin û tevbîrên nû pêş dixin, di şêwazê jiyana xwe de guhertin û nûjeniyê çêdikin, ango pêşketineke îdeolojîk dimeşînin. Îrana beriya sê mehan û Îrana îro ji hev cihê ne. Êdî kes nikare vegerîne ya sê meh berê. Jin, ciwan, karker û kedkarên Îranê, gelên Îranê jixwe di feraset û îdeolojîk de guhertineke radîkal dîtine. Ev pêşveçûnek pir girîng e. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku ev gel û pêşketina şoreşgerî ya heyî nabe ku paş bikeve. Di vî warî de şoreşeke mezin pêk tê. Divê em Şoreşa Îranê weke şoreşeke tevahî demokratîk a modernîteyê bibînin. Bi gotineke din divê em vê weke şoreşeke feraset û şêwaza jiyanê bibînin. Divê em weke şoreşeke bîrdozî bibînin û fêm bikin. Bingeha şoreşa jinê ev e. Rêbertiya jinê karakter dide vê şoreşê. Em bawer dikin ku ev ê baştir bibe. Em hê jî banga xwe li jin, ciwan û gelan dikin. Em berxwedana wan silav dikin. Di daxwazên xwe de mafdar in, divê israra xwe zêde bikin lê baldar bin ku tu carî xwe nêzî şîddetê nekin. Divê rêveberiya Îranê jî vê rastiyê bibîne, ji tundiyê dûr bisekine û hewl bide daxwazên jin, ciwan û civakê fêm bike û ji bo pêkanîna van daxwazan reforman pêk bîne. Em wê rast dibînin. Em di wê baweriyê de ne, wê li gorî berjewendiyên wan jî be. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku geşedanên li Îranê bi awayekî rast fêm bikin, li hember van geşedanan helwesteke rast nîşan bidin û li hember van geşedanan erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî xurt bi cih bînin.
Di sala 2022’an de asta rêxistinbûn, hişyarî û çalakiya ciwanên cîhanê û bi taybet ciwanên Kurd çawa bûn? Çiqas dikarin erkên xwe yên pêşengiyê pêk bînin?
Bêguman li Rojhilata Navîn, li her çar aliyên cîhanê û bi taybet jî li Kurdistanê girseya civakî ya herî çalak, herî zêde daxwaza azadî û demokrasiyê dike û têkoşîna herî wêrek û fedayî didin meşandin, ciwan in. Bi jinê re pêşengtiya şoreşa moderniteya demokratîk dike. Li gorî pêwîstiyên vê jî têdikoşe. Li Zap, Avaşîn û Metîna gerîlaye û bi lehengî li ber xwe dide. Berxwedaniyeke lehengî dike ku hişmendiya faşîst a qirqer tar û mar bike û derbên giran lê bide. Li her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat ji gelê Kurd re pêşengiyê dike û nûnerê têkoşîneke pir wêrek û fedayî ye. Bêguman ciwan girseyên ku herî zêde bi awayek pir wêrek û fedayî têdikoşin û li çar aliyên cîhanê barê têkoşînê hildigirin. Di vî warî de ez ciwanên Kurd û cîhanê silav dikim. Di têkoşîna demokrasî û azadiya ciwanan de serketinên mezin dixwazim. Ez di vê baweriyê de me ku ew ê her tim pêşentiya vê têkoşînê bikin. Rêber Apo wiha got, ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê ciwanî bi ser bikevin.’ Bi rastî jî PKK partiyeke ciwanan e. Di pêşengiya tevgera ciwanan de partî ava kir, bû gerîla, niha jî dibe neteweya demokratîk. Li her çar aliyên cîhanê ji bo ku şoreşa modernîteya demokratîk di her aliyê de bigihîne serketinê, têkoşîneke mezin dide. Di serdema herî leheng û wêrek de ne. Bêguman di bingeha têkoşîna xwe ya gerîlatiya HPG û YJA-STAR’ê de vê yekê îfade dike. Di vê wateyê de em dikarin bi rehetî bibêjin ku ciwan barê têkoşînê hildigirin û pêşengiyê dikin. Ji ber vê bêguman ev rewşeke ku divê were pîrozkirin, silavkirin û serketin bê xwestin.
Lê bi vê rastiyê re, ev çiqas têre dike, gelo ji vê zêdetir jî dibe? Li gor rola pêşeng a ciwanan asta pratîka heyî çiye? Çiqas têrker e? Divê em di bingeha van pirsande nîqaş bikin. Divê em berê xwe bidin Tevgera Ciwanan. Bi taybet divê em rewşa ciwanên Kurdistanê û cîhanê ên di sala 2022’an de bi awayekî objektîf û berfirehtir binirxînin, heqê têkoşîn, wêrekî û fedakariya wan bidin û di heman demê de divê kêmasiyên wan rexne bikin û rêya rast nîşan bidin. Dem em li vir dinêrin bi rastî jî kêmasiyên wan hene. Di rêxistinbûna ciwanên Kurd de kêmasî hene. Di tevgera ciwanên cîhanê de jî kêmasî û lewazbûn hene. Dema em rewşa tevgera jinan weke hêza pêşeng a şoreşa moderniteya demokratîk binirxînin, em dikarin bi rehetî bibêjin ku tevgera ciwanan li gorî vê pir nebes û qels e. Lê em nîva sedsala 20’an binêrin, di vê demê de tevgera ciwanan di asta cîhanê de çiqas pêşketîbû, ciwan çiqaş bi rêxistin, hişyar û çalak bûn, em şoreşa ciwanan a 1968’an bînin ber çavên xwe. Çawa ku ciwan li hemberî sîstema moderniteya kapîtalîst têkoşîna herî hişyar û rêxistinkirî meşand, tevgera ciwanên şoreşger jî li hemberî şaşî û kêmasiyên sosyalîzma reel beriya her kesê helwesta herî hişyar raber kirin.
Ger em dîqet bikin, tevgera jinê di wê demê de ewqas pêşneketî bû. Şoreşa azadiya jinê di astekê de hebû. Hişmendiya jina pêşenj hebû, lê pir teng û kêm bû. Di asta îro de pir pir li paş bû. Bi pêvajoyê re tevgera jinan ev qas bi rêxistin û hişyar bûn. Sedsala 21’an ji niha ve kirin sedsala jinan. Di sala 2022’an de du civînên mezin ên navneteweyî li dar xistin. Di her qadê de têdikoşin. Li hemberî hemû êrîşên paşverû ên siyaset û hişmendiya desthilatdariya mêr û li hemberî tacîz û tecawîzê bi awayek girseyî û fedakariyeke mezin têdikoşe. Lê em di heman astê de ne li Kurdistanê û ne jî li cîhanê tevgereke ciwanan nabînin. Em rewşa ciwanên 1960’î qet nabînin. Ger mirov bala xwe bide, rêxistinbûna wan qels e û hişmediya wan lewaz e. Li gelek welatan bandora pêşketina rêxistinî ya tevgerên ciwanan li jyana civakî û têkoşîna azadiyê qels e. Ger mirov bala xwe bide, di wê demê de tevgera jinan ewqas pêşneketi bû.
Tevgera Ciwanên Cîhanê nê zêde bi rêxistinkirî ye. Mînak di asta cîhanî de civîn û konferansên ciwanan nabin, di aliyê avakirina konfederalîzma ciwanan de lêgerînên wan pir qels in. Civînek welê di sal 2022’an de ne hate kirin, lê ciwanên şoreşger dikaribûn çend civînan li dar bixin. Divê welê jî bibe. Teoriya Modernîteya Demokratîk, vebûyîna modernîteya kapîtalîst, şenberbûna şoreşa modernîteya demokratîk, beriya her tiştê pêwîste ku pêşengê wê ciwan di asta cîhanî de xwe bigihîne asteke hişyar û rêxistinkirî. Di vê aliyê de jî kêmasiyên wan hene, divê werin rexnekirin.
Heman tişt ji bo ciwanên Kurd jî derbasdar e. Em li rewşa ciwanên Bakur, Rojhilat, Rojava û derveyî welat binêrin. Rêxistinbûneke bi sînor heye, lê pir qels e. Nikare hemû girseyên ciwanan bike nava tevgerê. Nikare vîna ciwanan serwer bike. Beriya her tiştê xwendin, lêkolîn û ferbûna teoriya modernîteya demokratîk, lêhûrbûn û ji kûr ve fêmkirina teorî û îdeolojiya Apoyî û li ser vê bingehê serwextbûn û li gorî vê yekê rêxistinbûn û pratîkbûn qels e. Bi taybet li Bakur di nava qalibên teng ên siyaseta demokratîk de asê maye. Lê diviyabû ciwan vê yekê derbas kiriba û xwe gihandiba asteke hişyar û rêxistinkirî. Qada siyaseta demokratîk dikaribû bibe yek ji 5-6 qadên tevgera ciwanan, lê niha hema bêje li wê derê heps bûye. Partîbûn û rêxistinbûna ciwanên şoreşger, demokratîk û azad, pêşxistina sîstema konfederalîzma demokratîk qels e û me nekarî têra xwe rêxistinbûna partiya xwe jî pêş bixin. Me ciwanên partî û PKK’ê bi awayek têr û bi bandor birêxistin nekiriye. Hlebet pêşketina Komelên Ciwan jî qels e, hîtabê girseyeke kêm a ciwanan dike, ne di vê rewşê de ye ku di her aliyê de pêşengiya pêşketina avakirina Netewa Demokratîk bike. Di vî aliyê de lewaziya hişmendî û rêxistinbûnê heye, tevgera ciwanan ji bo ku van qelsiyan derbas bike, divê teqez xwe nû bike. Divê ciwanên Apoyî bi cidiyeteke mezin li ser vê yekê raweste û baldar bibe. Pêwîste zêdetir bixwîne, lêbikole û xeta Apoyî zêdetir têbigihije û nîqaşan pêş bixe. Li cihê ku hişmendî tune be, rêxistin û çalakî jî tune ye. Her tişt li ser bingeha hişmendiyê ye. Lewma, divê li hemberî her curê bandorên lîberalîzma moderniteya kapîtalîst yên weke ferdperest, pasîfîzîm, girêdana jiyana madî û bêesilkirinê, divê di asteke pir bilind de hişmendiyê hebe. Hişmendîbûn di heman demê de rêxistinbûn e. Di birêxistinbûnê de jî divê bigihîjin asteke pir alî, dewlemend, pêşketî û hemû vîna ciwanan derxe holê. Ya herî girîng jî divê di çalakiyê de dewlemend bibe. Divê tevgera ciwanan ji çalakiyên herî xurt ên erênî bigire heta çalakiyên ku derbên giran li her curê paşverûtiyê dide, şêwazeke çalakiya pir afirîner û encamgir pêş bixe û van hemûyan di asta pêşengiyê de bike. Heçko ciwan baweriya xwe tam bi pêşengiyê neanîne an jî di têgihiştina pêşengiyê de şaşî heye, qaşo dibêje ez pêşengim, lê di rastiyê de ji civakê qut e. Tevgerên ciwanan ji girseyên ciwanan qut e, lewma ciwanan jî ji civakê qut digire dest û di nava rêxistinbûn û çalakiya teng a ciwanan de dimînin. Nikarin xweserî û pêşengiyê li hev bînin û li ser navê azadiyê teng dimînin. Pêşengî di gotinê de dimîne û di pratîkê de pêwistiyên vê pêk naynin. Di van mijaran de bi rêxne û rexnedayînê re pêwîstî bi pêşxistin û sererastkirinê heye. Divê ciwanên Apoyî bikaribin vê bikin. Hêz û vîna Tevgera Ciwanên Apoyî heye ku vê yekê bike. Xeta modernîteya demokratîk rê û rêbazên vê diyar dike, tiştê mayî ev e ku vê xetê rast têbigêhijin û bi serketî pêk bînin ku divê teqez vê yekê pêşbixin û pêk bînin. Di vê wateyê de divê tevgera me ya ciwanên Apoyî û xebatên Komalên Ciwan xwe ji nû ve birêxistin bike. Divê vê yekê di bingeha sererastkirinê de teqez pêk bîne. Kemasî û şaşiyên xwe bi moxila rexne û rexnedayîna Apoyî re derbas bikin. Divê sererastkirina xeta pêwîst peyda bike. Ev yek ji bo afirandina pêşeroja ciwanan û ji bo ku pêşengiya ciwanan di şoreşa modernîteya demokratîk de serketinê bi dest bixe, pêwîst e. Ev yek heman demê de ji bo ku rastiya partiya ciwanan ku cewhera PKK’ê, li her derê bigihîne asteke bihêztir pêwîste. Em bawer dikin ku wê ciwan li ser vê bingehê nîqaşên xwe zêdetir pêş bixin, lêgerînên xwe xurtir bikin û hê bêtir bêfikar, kûr û hevgirtî nêz bibin. Wê bi rexnekirin û rexnedayineke hîn xurtir rastî û şaşiyan ji hev derxîne, di rastiyên Apoyî de hîn bi xurtî bibe yek, ruh, îradeya Şoreşa Ciwantiyê ya 1968’an di çaryeka destpêkê ya sedsala 21’ê de li ser bingeha Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê bi Têkoşîna Azadiyê ya Jinê re bike yek, Xeta Azadiya Jinê ji xwe re bike esas, hîn bi xurtî bikeve nava liv û tevgerê, ji tevgera ciwanan a 1960’î qat bi qat xurtir wê pêşengiyeke ciwanan bê afirandin ku çarenûsa mirovahiyê diyar dike û şoreşa modernîteya demokratîk li her qadê bi ser bixîne. Divê ciwan di Kurdistanê de vê pêşbixe û tevgera ciwanên cîhanê jî xwe bigihînin vê astê. Li ser vê bingehê careke din ciwanên Kurd û Tevgera Ciwanên Apoyî silav dikim. Ez di vê baweriyê de me ku ew ê hem li Kurdistanê û hem jî li cîhanê di pêşxistina tevgera ciwanên şoreşgerî de bi awayekî serketî rola pêşengiyê bilîzin.
Di çarçoveya nirxandinên we de, li gorî we sala 2023’an wê bibe saleke çawa ya têkoşînê, pêşketinên bi çi rengî dikarin biqewimin?
Em digihîjin dawiya zayîna 2022’an. Em weke gelê Kurd û mirovahiyê dikevin sala 2023’an. Di serî de sersala zayînî li hemû kesên têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin pîroz dikim û di sala 2023 'an de serketinên mezin ji wan re dixwazim.
Di Tirkî de zargotinek heye, dibêjin 'Hatina roja pêncşemê ji roja çarşemê ve tê zanîn'. Ji ber vê yekê, ketina 2023’an ji 2022’an ve diyar e. Me hewl da hin aliyên sala 2022’an analîz bikin, me rewşa pergala gerdûnî ya modernîteya kapîtalîst a li derdora şerê Ûkraynayê nirxand. Dîsa di çarçoveya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de me li ser Tevgera Azadiya Jinê jî nîqaş kir û rewş û pêşketina Şoreşa Modernîteya Demokratîk û rewşa hêzên Modernîteya Demokratîk a niha derxist holê.Me dît ku hêzên modernîteya kapîtalîst di kaosek pir kûr de ne, têkçûn û jihevketinê dijîn. Ew bi rastî di nav xitimandinek kûr de ne. Şerê Ukraynayê jî vê yekê nîşanî me dide. Em bi awayekî vekirî li Tirkiye, Sûriye û herêmên din ên Rojhilata Navîn dibînin. Em bi awayek eşker edibînin ka di nava xitimandin û neçareseriyê de ne. Li hemberî vê yekê, hêzên modernîteya demokratîk erê qels man e, hîna ji sedî du potansiyela xwe seferber nekirine. Me diyar kir ku beşa jinê asteke diyarkirî bi dest dixe, ciwan ji dînamîzma xwe ya berê paşde maye, li ser tevgera ekolojiyê tasfiyekirinek hatiye ferzkirin, tevgera kedkar û karkeran û têkoşîna çînan tiştên kevin bi temamî derbas nekirine. Lê ev nayê wê maneyê ku tu çalakî û têkoşînek wan tune ye. Na, çalakiyên wan hene, têkoşîna wan li seranserê cîhanê, di astên cuda de jî berdewam dike. Em jî dibînin ku ew li cihan pir çalak in. Di berxwedana şoreşgerî de bi pêş ve diçin, di siyaseta demokratîk de bi pêş ve diçin. Hişyariya civakan zêdetir bilind dikin û asta nîqaşa rewşenbîran her ku diçe zêdetir pêşdikeve. Ev rastiyek e. Lê ya heyî li gorî potansiyela hêzên modernîteya demokratîk qels û kêm e. Rastiya ku pergala modernîteya kapîtalîst di nava kaos û krîzeke ewqas kûr de dikare bijî û jiyana xwe dirêj bike, hinekî jî ji ber vê ye. Hêzên modernîteya demokratîk bi hişmendî, rêxistinbûn û çalakiyên xwe dikarin pergalê ji holê rakin.
Divê ev qelsî bên derbaskirin. Siberoja mirovahiyê wê bi derbaskirina lewaziyên hêzên modernîteya demokratîk diyar bibe. Wekî din, serekebûna modernîteya kapîtalîst qediya, tiştekî ku bide mirovahiyê nîne, pergalek kanser, xitimî, nexweş ji rizandin û hilweşînê pê ve tiştekî din naafirîne, ji nexweşî û şer pê ve tiştekî din naafirîne. Ji xwe nikare tiştek erênî biafirîne, ji bilî hilweşînê ti encamekê nade. Ji ber vê yekê ji modernîteya kapîtalîst xwe nûkirin, derketin û ji bo mirovahiyê kirinên qenc nayên hêvîkirin. Ji bo pergala modernîteya kapîtalîst gotina herî sivik a ku ifade dike ‘siyê çêneke, başiyek din nayê xwestin’. Ji siyê wêdetir, em bi pergalek penceşêrê re rû bi rû ne, pergala zordestî û terora ku her dem mirovahiyê dirizîne, îstîsmar dike û dikuje. Divê ji vê pergalê teqez rizgar bibin. Divê ev sîstem bê derbas kirin.Ya ku vê yekê bi ser bixe jî hêzên modernîteya demokratîk ên bi pêşengiya jin û ciwanan e. Di vê wateyê de me hewl da ku em bersiva pirsa "Geşedanên sala 2022'an çi ne?" bidin. Yek, me geşedanên li ser esasê Azadiya Jinê danî holê. Ew rewşeke pir girîng, hişmendiyê berfireh dike, îrade dide qezenc kirin û hêvî dide. Li aliyê din me Têkoşîna Azadiyê ya li Kurdistanê û berxwedanên leheng ên Gerîlayê Azadiya Kurdistanê yên li dijî zîhniyet û siyaseta faşîst a mêtinger-qirker, di xeta Modernîteya Demokratîk de li tevahiya Kurdistanê bi taybet li Herêmên Parastina Medya nûjen kirin nirxand, ev pir girîng bûn û encamên cidî derxistin. Ger em bala xwe bidinê, navenda me ya gerîla daxuyaniyek li ser daxuyaniyê dide, hêzên faşîst-qirker ên AKP-MHP’ê dev jê berdin serketina wan, bi derbên giran ji cihên ku êrîşî gerîla kirine, hewl didin birevin. Faşîzm di rewşek wisan hilweşîn û jihevketinê de ye. Li hemberî vê jî berxwedana gerîla serketinên mezin bi dest dixe. Ev rewşek pir girîng û cidî ye.Dîsa me behsa serhildanên sê meh û nîvên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir, serhildanên jinên azad bûn. Bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' jin, ciwan, gel û mirovahî meşiyan. Hemû gelên Îranê bi dirûşmeya hevpar û bi armanca azadî û demokrasiyê meşiyan. Ev yek pir girîng e, lêgerîn û têkoşîna heqîqetê ya xurt li rojhilatê cîhanê li qada ku tevgerên azadiyê di dîrokê de herî zêde pêşketî ji nû ve derdikeve holê. Ev bi rastî pêşveçûnek hêvîdar, heyecan, moral û îrade ye.
Dema em di çarçoveya van de lê dinêrin , 'Wê sala 2023 ' an çawa be ?' Eger em bala xwe bidinê, sala 2022'an bû saleke têkoşîneke mezin, saleke şer, sala berxwedanê. Li ser bingeha azadiya jinê, li ser esasê berxwedana gerîla, li ser esasê berxwedana gelan, mîna li Îranê destkeftiyên cidî hatin bidest xistin. Destkeftiyên mezin çêbûn, niha wan destkeftiyan derbasî sala 2023’an dike. Di vê rewşê de wê sala 2023’an bibe sala têkoşîneke dijwartir, têkoşîneke kûr û piralî, hem dê têkoşîn pêş bikeve û hem jî destkeftiyên sala 2022’an wê hewl bide di sala 2023’an de xwe bike hêza çareseriyê ya mayînde. Ji ber vê yekê ji aliyekî ve wê têkoşîn bidome û destkeftiyên wê jî mezintir bibe. Lê li aliyê din jî wê ji destkeftiyan ber bi serketinê ve, ji berxwedanê ber bi şoreşê ve derbas bibin. Wê destkeftiyên şoreşgerî yên mayînde derkevin holê. Li ser bingeha azadiya jinê, li ser bingeha berxwedana gelên li Îranê û ya herî girîng jî li ser bingeha Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd a di pêşengiya gerîla de dibe ku destkeftiyên girîng derkevin holê. Ew jî salek vekirî ye. Ji ber vê yekê ne xelet e ku sala 2023’an bi du astan were pênase kirin. Ya yekem, wê bibe sala têkoşîneke mezin. Di her warî de têkoşîna bîrdozî, siyasî, leşkerî û civakî wê hîn kûrtir bibe, nakokiyên navxweyî yên sîstema kapîtalîst a global û têkoşîna li ser vê bingehê, Şerê Cîhanê yê 3’yemîn wê hîn kûrtir bibe û têkoşînên hêzên Modernîteya Demokratîk ên li ser bingeha Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst wê di pêşengiya jinê de li her qadê belav bibe û bi pêş bikeve û xurt bibe. Wê pêşketinên nû derxe holê. Têkoşîna dijwar û piralî wê bidome.Li aliyê din, ev têkoşîn dikare pêşveçûnên mayînde pêk bîne. Di rastiyê de dibe ku li qada Ewropayê jî pêşketinên nû rû bidin. Divê encamên şerê Ukraynayê sivik neyê dîtin. Dibe ku pêşketinên ku guhertinên radîkal ku tu kes ne li bendê be, pêk were. Pêşketinên şoreşgerî yên li Îranê hêviyek mezin dide. Dibe ku li Îranê sîstemeke nû, bi bandorbûna modernîteya demokratîk pêş bikeve. Serhildanên heyî dikarin vê yekê bi rê ve bibin û her çiqas îslamî be jî dikare rê li ber guhertina demokratîk a li ser esasê azadiyan veke. Îraneke Îslama Demokratîk a li ser bingeha Azadiya Jinê dikare bibe qadeke ku ji bo tevahiya
Rojhilata Navîn, ji bo Asyayê, ji bo tevahiya cîhanê asoyên nû veke.Ya herî girîng û bi îhtimaleke mezin rûxandina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê ye. Di sala pêş de divê li Tirkiyeyê rêveberî bê nûkirin. Ketiye pêvajoyek wiha. Ev nûkirin dê çawa be? Pirsa ku di kedkaran de tê xwestin bê bersivandin ev e û bi hêsanî nayê bersivandin. Gelek hêz di nav nakokî û pevçûnan de ne. Wisa dixuye ku ev nakokî dê aloztir bibin, nakokî dê gurtir bibin û Tirkiyeyek heye ku ji her cure geşedanan re vekirî ye. Dibe ku komplo pêş bikevin, darbe pêş bikevin, darbeyên sivîl, leşkerî, faşîst dibe ku bikevin rojevê. Lê ya herî girîng ew e ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê were hilweşandin û Tirkiye li ser bingeha azadiya Kurd veguhere qada herî demokratîk a cîhanê. Bê guman bingehek vê yekê heye. Rewşa Tirkiyê bi pêşketineke bi vî rengî re rû bi rû ye. Niha di vir de diyar dibe ku encam wê bi pozîsyona hêzên hevkar, rewşa amadebûnê, afirîneriya di rê û rêbazên têkoşînê de diyar bibe. Zext, çewisandin, teror û komployên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê wê bi bandor be, an jî dê derbasbûnek wisa nerm a sîstema 6 maseyan a bi navê 'muxalefeta nizamî' ya xwe dispêre sîstema derve ya kapitalîst, an jî wê faşîzm hilweşe û Tirkiye wê li ser esasê azadiya Kurd bibe qada herî demokratîk a cîhanê, wê li Tirkiyeyê şoreşeke demokratîk a mezin pêk were? Em ê di sala 2023 de vê yekê bibînin. Sala 2023’an sala jiyankirina guherîn û veguhertineke bi vî rengî ya bi kok e. Ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke veguherînê ye, em ê bibînin ka ev dor wê çawa bibe. Ger gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêzên şoreşger ên demokratîk ên Tirkiyeyê, jin û ciwanên gelên Tirkiyeyê bibin yek û bi awayekî rast têkoşîna hevpar bi bandor bi pêş bixin, ji hêzên demokratîk ên derve jî destekê bigirin û bi taktîkên afirîner têkoşîna tinekirina faşîzmê û serkeftina azadî û demokrasiyê bidin meşandin, dikarin bi ser bikevin. Şoreşa Azadiya Kurd dikare bi ser bikeve û Tirkiyeyê ber bi şoreşa demokratîk a serketî ve bibe. Ev jî ne îhtimaleke qels e. Eger ev yek pêk neyê, dibe ku guhertineke nerm a reformxwaz çêbibe. Ew jî rê vedike, wê hinek belavî demê bibe, zîhniyeta faşîst a mêtinger-qirker derbas bike û Tirkiyeyê demokratîk bike û bikeve pêvajoya têkoşînê.
Ya din jî rewşa herî xirab ev e ku faşîzma AKP-MHP’ê bi komployên cuda hewl bide temenê xwe dirêj bike. Îhtîmala herî kêm ev e. AKP’ê ji bo vê yekê bi dest bixe, derfetên dewletê û derfetên Tirkiyeyê jî di vî warî de bi kar tîne, ev rastiyeke eşkere ye. Di vê wateyê de divê qels neyê dîtin, lê diyar e ku ew westiyaye. Ger hêzên din, hêzên şoreşger ên demokratîk û mûxalefetê xeletiyên mezin nekin, herî kêm bi guhertineke nerm wê faşîzma AKP-MHP’ê têk biçe. Her wiha bi Şoreşa Demokratîk heta ku faşîzmê bi ser bixîne jî dibe. Ji vê jî wêdetir, pêkan e ku bi Şoreşa Demokratîk re hilweşandina faşîzmê pêk were.Di vî warî de Tirkiye ber bi guherîn û veguhertineke xurt ve rû bi rû ye. Ev bi tena serê xwe dikare sala 2023’an bike yek ji salên şoreşgerî yên herî mezin di dîrokê de. Berendam e ku wê bike saleke wisa. Mirov dikare vê bi hêsanî îfade bike. Divê mirov hima nebêje Tirkiyeye û derbas nebe. Em nebêjin 'Dewleta Tirk xwedî dîroka sed salî ye, di sala xwe ya sed salî de ye, dewleteke nû ye'. Kevneşopiya dewletê ya çar hezar salan herî zêde li vir hebûna xwe dibîne. Zîhniyet û sîyaseta faşîst a mêtînger-qirker herî zêde li vir bi sazîbûne. Ev sazî sed sal in li ser esasê qirkirina Kurdan pêş dikeve, îro jî weke DAÎŞ û El Qaîdeyê hemû cîhanê ditirsîne. Weke faşîzma DAÎŞ û El-Qaîdeyê xwe li ser hemû gelên cîhanê, li ser demokrasiya wê xwe ferz dike. Weke terora faşîst xwe ferz dike. Her kes vê dibîne. Tişta ku em niha dijîn, mînakek berbiçav a vê yekê ye. Ji ber vê yekê, hilweşandina rêveberiyeke bi vî rengî, vekirina rêya demokratîkbûyînê ji bo Tirkiyeyê li ser vê bingehê û heta gav avêtina wê ya ber bi şoreşa demokratîk ve wê pirsgirêka Kurd çareser bike, Tirkiyeyê demokratîk bike, kevneşopiya dewletê ya çar hezar salî li vir têk bibe, misoger bike ku civaka demokratîk, sîstema konfederalîzma demokratîk bi pêş bikeve û çareseriya pirsgirêka Kurd bi tena serê xwe wê çareseriyê li Sûriye, Iraq, Îran û tevahiya Rojhilata Navîn bi xwe re bîne. Wê di rêveçûna azadiyê de tevkariyê li pêşketina tevahiya mirovahiyê bike. Hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê ya li Tirkiyeyê û pêşketina Şoreşa Demokratîk wê li ser esasê Azadiya Jinê bihêztir bibe û zîhniyet û siyaseta bi serdestiya mêr têk bibe. Ev bi serê xwe wê hem li Rojhilata Navîn di xeta azadiya jinê de şoreşa azadiyê pêk bîne, hem jî bi hêzbûna ji Rojhilata Navîn re şoreşa azadiya jinê li cîhanê pêş bikeve. Ger em bala xwe bidinê, erê rêgezek heye ku di warên din de ji pêşveçûnê re vekirî ye, lê têkoşîna li Tirkiye û Kurdistanê wê ji her demê zêdetir sala 2023’an diyar bike. Şer wê diyar bike.Şerê di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk a mêtinger-qirker de wê diyar bike. Em vê bi zelalî dibînin. Li vir em hêvî dikin ku hêzên demokratîk ên şoreşger zêdetir xwe bi rêxistin bikin, stratejiyeke rastir pêş bixin û taktîkan pêk bînin. Bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê re wê sala 2023'an bibe saleke ku faşîzm li Tirkiyeyê hilweşe, şoreşa Tirkiyeyê ya demokratîk bi pêş bikeve, pirsgirêka Kurd li ser bingeha azadî û demokrasiyê çareser bibe, azadiya jinê rê li ber vê vedike û li ser vê bingehê ji bo demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn û Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk derî fireh vedibin.
Sala 2023’an dê bibe salek wisa. Di vî warî de em di sala 2023’an de hê bêtir hêvîdar in, em bi îdeatir in, em di wê baweriyê de ne ku em ê pêşketinên azadîxwaz û demokratîk ên mezintir pêk bînin. Li ser vê bingehê em ji hemû kesên ku di sala 2023’an de ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re serkeftinê dixwazin. Em bang li hemû hêzên modernîteya demokratîk, bi taybetî jî bang li jin û ciwanan dikin ku di sala 2023'an de hişmendî, rêxistinbûn û çalakiyên xwe xurttir bikin.