Serokê TBB’ê Sagkan serdana Malbata Şenyaşar kir

Serokê TBB’ê Erînç Sagkan serdana Malbata Şenyaşar kir û got, "Divê qîrîna edaletê bê bihîstin."

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nodeta Edaletê di roja 661’an de didome.

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan serdana Malbata Şenyaşar kir. Malbat li cihê Nobeta Edaletê pankarta bi nivîsa “Nobeta Edaletê ya li dijî hiqûqa serdestan” daliqand. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî li gel Sagkan bû. Sagkan ku bi Ferît Şenyaşar û dayîka wî Emîne Şenyaşar re hevdîtin kir, der barê dozê de agahî wergirt û li daxwazên malbatê guhdarî kir. 

Sagkan bi bîr xist ku beriya salekê jî serdana Nodeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar kiriye û wiha got: “Dayîkek li vir ji bo edaletê diqîre. Divê ev qîrîn bê bihîstin. Ev yek tenê bi darizandineke adil pêkan e. Tişta ku bê kirin, pir hêsan e. Îstînafê dosyaya ewilî xera kiriye û biryar da ku divê bi hev re bên meşandin. Divê bi lez û bez darizandinek vekirî û zelal bê kirin, hemû rastiyên têkîldarî mijarê bên eşkerekirin û daxwazên mexdûran bên pêk anîn.”