Sala 2022'an li Wan û Colemêrgê binpêkirin zêdetir bûn

Di encama polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê de sala 2022'an li Wan û Colemêrgê qedexe, binpêkirina mafên mirovan, talankirina xwezayê, kuştina karkeran û operasyonên qirkirina siyasî bênavber dewam kirin.

Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ku qanûnên Rewşa Awarte li ser Bakurê Kurdistanê ferz dike, sala 2022'an jî li ser gelê Kurd polîtîkayeke şerê topyekûn meşand. Bi taybetî li bajarên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê qedexe, mrin, destgîrkirin û girtin qet kêm nebûn. Li van herdu bajaran ku 6 sal in bênavber qanûnên Rewşa Awarte tên ferzkirin, mafên neteweyî û navneteweyî li saziyên demokratîk û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz hatin qedexekirin. Li Wan û Colemêrgê ku veguherandin mîna girtîgeheke nîv servekirî, di sala 2022'an de binpêkirinên mafên mirovan gihîşte asta herî bilind. Li Colemêrg û Wanê bi sedan gund, gundik, zozan û çêrgeh di bin navê "Herêma Ewlekariyê" de li gel hatin qedexekirin, hewl hate dayin ku herêm bê valakirin.

LI GIRTÎGEHAN GELEK KES HATIN KUŞTIN

Desthilatdariya AKP-MHP'ê di sala 2022'an de li girtîgehên li Wan û Colemêrgê binpêkirina mafên mirovan dewam kir. Di 10'ê Gulana 2022'an de li Makbûle Ozer a 80 salî û hevserê wê Hadî Ozer ê 79 salî ku bi nexweşiya giran bûn, îdîaya 'alîkariya ji bo rêxistinê' hatin girtin. Her wiha li girtîgehên li Wanê gelek girtiyên siyasî ji ber ku mafên wan ên dermankirinê hate astengkirin hatin qetilkirin. Yek ji van girtiyan jî Tahîr Gurdal ê 53 salî bû. Gurdal ê bi nexweşiya giran ku 10 salan girtî bû, ji ber ku nehat dermankirin hate qetilkirin.

Ramazan Tûran ê 70 salî ku girtiyekî bi nexweşiya giran bû, di 21'ê Çileya 2022'an de li hucreya yek kesî hate qetilkirin. Mîna Gurdal û Tûran gelek girtiyên bi nexweşiya giran ji ber ku nehatin dermankirin ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve hatin qetilkirin.

PÊLA GIRTINÊ DEWAM KIR

Dewleta Tirk di sala 2022'an de li bajarên Kurdistanê pêla terorê dewam kir. Bi rengekî kêfî avêtin ser gelek mal û saziyan, bi sedan kes destgîr kirin û bi dehan girtin. Gelek kes ji ber tevlîbûna li çalakiyên demokratîk hatin destgîrkirin û girtin.

Çend ji bûyerên destgîrkirinê û girtinê yên di sala 2022'an de qewimîn bi vî rengî ne:

- 9'ê Cotmehê girseya gel xwest komploya navneteweyî şermezar bike, lê polîsan êrîş kirin. Lingê Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk hate şikandin, gelek kes birîndar bûn, 20 kes jî hatin destgîrkirin.

- 27'ê Mijdarê li navenda bajarê Colemêrg û navçeyên Gever û Şemzînanê di serdegirtina malan de 16 kes hatin destgîrkirin. Ji 16 kesan 3 jê hatin girtin.

- Meha Mijdarê li Wanê di serdegirtinan de 24 kes hatin destgîrkirin.

- Di navbera 19-28'ê Kanûnê de di serdegirtina malan de 8 kes hatin destgîrkirin. Di 15'ê Tebaxê de bi îdîaya propagandaya rêxistinê 20 kes hatin destgîrkirin, 3 jê hatin girtin.

QIRKIRINA XWEZAYÊ

Cografya Wan û Colemêrgê ku mîna beşek ji bihuştê ye, di sala 2022'an de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hate wêrankirin. Ji Wanê heta bi Colemêrgê, ji wir jî heta bi Başûrê Kurdistanê Geliyê Zapê û Ava Zê bûn hedefa AKP'ê. Li Geliyê Zapê ku di navbera Wan-Colemêrg, Colemêrg-Çelê de ye, gelek HES û bendav hatin çêkirin. Ev yek jî bû sedem ku Ava Zê kêm bibe û gelî bêav bimîne. Ji ber vê yekê jî gelek cûreyên ciha û sewalan ên li herêmê kêm bibin. Li Cîlo, Sumbul, Meskan û gelek çiyayên mîna wan ên li herêmê di bin navê madenê de xweza hate wêrankirin. Ava bi jehr tevlî ava paqij a li Colemêrgê hate kirin, vê yekê jehr da xwezayê.

Herêma Zîlanê jî bû yek ji wan qadan ku ji aliyê AKP'ê ve hate wêrankirin. Di sala 2022'an de li Zîlanê gelek HES û kanên mermerê hatin vekirin. Li navçeya Bêgirê ya Wanê, li ser Çemê Bendîmah ku Sûlava Bêgirê li ser e, HES hatin çêkirin. Ev yek jî bû sedem ku jiyana xwezayî ya li vê derê tune bibe. Li Çemên Zîlan, Bendîmah û Zê bi hezaran masî tune bûn.

DI SALA 2022'AN DE NÊZÎ 30 KARKERÊN JI WANÊ DEMA DIXEBITÎN JIYANA XWE JI DEST DAN

Ji ber ambargoya AKP'ê ya li Kurdistanê bi sed hezaran mirov bêkar man. Ji ber vê yekê jî neçar man koçî metropolên Tirkiyeyê bikin. Bi giranî jî berê xwe dan Stenbol, Îzmîr, Enqere, Bûrsa, Kocaelî û Antalyayê. Kurdistanî li van deveran bi giranî neçar dimînin di karên sektora înşaetê de bixebitin. Ji ber ku ewlehiya kar nîne her sal bi sedan mirov li ser kar têne kuştin. Di sala 2022'an de nêzî 30 karkerên ji Wanê li înşaetê ji ber qezayên kar jiyana xwe ji dest dan.