Cejna Mêlmêlav li Şengalê hate pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Mêlmêlav bi dadana agir hate pîrozkirin, ku kevneşopiyeke Êzidiyan e.

Li Şengalê cejnek kevnar doh ber bi êvarê hate pîrozkirin. Cejna bi navê Mêlmêlav, Bêlînda Pîra an jî Bêlinda Mezin jî jê re tê gotin beriya tarî bikeve erdê bi coş û kelecaneke mezin destpêkir.

Ev cejn her sal piştî rojiyên Êzî bi 15 rojan tê pîrozkirin û heman demê wek cejna sersalê jî tê qebûlkirin.

Taybetiya Cejna Mêlmêlav tevahî Şengalê xistina nava ronahiya agir e. Ev cejn ji aliyê eşîra Cîwanan ve bi giranî tê pîroz kirin.

Yek ji cejnên herî kevnar ê qewmê Arî ye û taybetiya wê pêxistina agir ve eleqe dar e. Vê rojê hemû ferdên ji eşîra Cîwanan dadikevin kolanan, yan agirek mezin pê dixin, yan jî li ber deriyên xwe agirek biçûk yê sembolîk pê dixin. Bingeha agir divê bi daran bê avêtin.Agir vedan, mizginiya ronahî, hêvî û germahiyê temsîl dike.

Cejna Mêlmêlav wê îro bi xwarina xêrê bi dawî bibe, ku nîvro tê amade kirin û hem li ser cîranan tê belav kirin hem jî bo mêvanên tên serdana malan tê dayin.