KONGRA GEL: 2023 wê bibe sala hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê

KONGRA GEL ji bo sala nû peyamek weşand û got, "2023 wê bibe sala hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê. Armanca me ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya sala nû peyameke nivîskî weşand.

Di peyamê de hate ragihandin ku berxwedana di nava salê de hate kir li pêşiya serketina dewleta Tirk bû asteng û hate gotin, "Di sala 2023'an de armanca esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Yekane rêya derketina ji nava krîz û kaosa şer, çareseriya hemû pirsgirêkan ev e."

'BERXWEDANA GERÎLA, PLANÊN WAN TÊK DIBE'

Peyama KONGRA GEL wiha ye:

"Bi hêviya ku bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em sala nû li Rêber Apo, girtiyên azadiyê hemûyan, gelên Kurdistanê, hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin, li dostên xwe û mirovahiya pêşverû ji dil pîroz dikin.

Têkoşîna Azadiyê ya Jinê ku bi şoreşa Rojava re berz bû, di sala 2022'an de li Rojhilatê Kurdsistanê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bû hêvî ji gelên Îranê re û kete rojeva raya giştî ya cîhanê. Mizgînî da ku sedsala 21'ê bibe 'Sedsala Azadiya Jinê'.

Sala 2022'an bû ew sal ku planên têkbirinê yên faşîzma AKP-MHP'ê yên li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têk çûn.

Konsepta şer a ku ji 14'ê Nîsanê ve 8,5 meh in bi her cûre çekên qedexekirî tê meşandin, li pêşberî konsepta têkoşînê ya gerîla têk çû. Ev têkçûn di heman demê de têkçûna polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk e ku ji Lozanê û vir ve 99 sal in dimeşîne.

Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire li Bakur-Başûr-Rojava yanî li her devera Kurdistanê êrîşî gelê me dike. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Bi rewşa nediyar re ya ku piştî serdana CPT rû da, fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo roj bi roj zêde dibe.

Hikumeta AKP-MHP'ê ya ku li hemberî berxwedana Rêber Apo û gerîla bi ser neket, li Bakur û Rojava jî di polîtîkayên dijî gelê me de encama dixwest nekarî bi dest bixe, li bin ket. Ji ber polîtîkayên xwe yên şer Tirkiye ji aliyê aborî û civakî ve anî ber hilweşînê. Di nava civakê de ya ku radestî mafya û çeteyan hatiye kirin, rewşeke rizandin û dejenerebûnê afirand.

'ÊRÎŞÎ JINAN KIRIN'

Hikumeta AKP-MHP'ê ji bo xwe ji vê rewşa hilweşiyayî rizgar bike û rojevê biguherîne di nava salê de bi taybetî êrîşî pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Jinê kir û komkujî kir.

Di 4'ê Cotmehê de li Silêmaniyeyê Nagîhan Akarsel, di 23'ê Kanûnê de li Parîsê Evîn Goyî (Emîne Kara) hatin qetilkirin. Tevî Evîn Goyî hunermendê ciwan Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û ji welatparêzên esasî yên Komeleya Çandê ya Ahmet Kaya Abdûrrahman Kizil jî hatin qetilkirin.

Li hemberî Komkujiya Parîsê ya duyemîn ku faşîzma AKP-MHP'ê ber bi dawiya sala 2022'an kir, gelê me û dostên me bi hêrs û helwesta xwe rûyê komkujer ê faşîzmê li nava raya giştî ya Ewropayê û tevahiya cîhanê teşhîr kir.

Li gel van bûyeran hemûyan, sala 2022'an bû ew sal ku têkoşîna gelê me û hêzên demokrasiyê gihîşt asta herî bilind û ji bo faşîzma AKP-MHP'ê bû sala hilweşînê.

Em bi wan nirxên ku bi têkoşîneke bêhempa hatine afirandin dest bi sala 2023'an dikin. Sala 2023'an wê bibe sala têkçûna faşîzma AKP-MHP'ê. Ev yek di heman demê de wê bibe rûxandina tifaqa Lozanê ya xwe dispêre înkar û îmhakirina gelê Kurd ku ji aliyê dewleta Tirk ve 99 sal in tê meşandin. Sîstema dewletê ya ku polîtîkayên wê yên leşkerî û siyasî li bin ketin û aboriya xwe têk çûye, yekane rêya rizgariyê ji bo wê ew e ku dawî li polîtîkayên şer ên li dijî gelê Kurd bîne, bi rêya diyalogê pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên civakî çareser bike.

'KRÎZ Û KAOS BI AZADIYA RÊBER APO BI DAWÎ DIBE'

Hilweşîna polîtîkayên mêtingeriyê yên xwe dispêrin înkarkirina gelê Kurd di heman demê de hilweşîna polîtîkayên PDK a hevkar e. Di heman demê de hilweşîna polîtîkayên navneteweyî ne ku xwe dispêrin dewleta Tirk a mêtinger û Kurdên hevkarê wan. Her wiha hilweşîna zexta qirkirina Kurdan e. Ev rewş ji bo gelên Kurdistanê û herêmê mîladeke nû ye.

Li ser vê bingehê armanca esasî ya sala 2023'an azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Yekane rêya derketina ji krîz û kaosa şer, çareseriya pirsgirêkan hemûyan ev e. Gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê wê bi hemû hêza xwe ber bi vê armancê ve bimeşin. Li ser vê bingehê em sala nû li gelê me û hêzên demokrasiyê ji dil pîroz dikin û serketinên mezin hêvî dikin."