Li navçe û taxên Amedê bi gel re hatin ba hev

KCD, DBP û HDP li tax û navçeyên Amedê bi gel re hatin ba hev.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li tax û navçeyên Amedê serdana gel kirin.

FARQÎN

Parlementerê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li Farqînê serdana gel kir. Temellî di axaftina xwe de bal kişand ser Komkujiya Parîsê ya 2'yan û got ku êş û hêrs gelekî mezin e. Temellî got: "Beriya niha bi 10 salan li Parîsê em bi heman komkujiyê re rû bi rû man. Kiryar hat zevtkirin, lê berî ku sûcdar bê darizandin ser bûyerê hat nixumandin. Di Doza Denîz Poyrazê de jî heman tişt qewimî. Kesê Denîz Poyrazê kuşt, ceza lê hat birîn, lê kesên Denîz Poyrazê dan kuştin û feraseta li pişt vê bûyerê beraet kir. Sedema van komkujiyan ev desthilat e. Heya ev desthilat neyê şandin bidawîbûna van bûyeran ne pêkan e. Çar sedemên vê pêvajoyê hene; tecrîd, şer, girtiyên siyasî û qeyûm. Heya ev her çar sedem ji holê ranebin aştî, edalet û hiqûq nayê vî welatî. Ger em dilê me û edaletê hebe, divê dawî li vê tecrîdê bê. Li cihê ku tecrîd lê hebe, ne pêkan e ku tu dadgeh biryareke adil bide."

Temellî destnîşan kir ku ji bo xurtkirina Rêya Sêyem û têkoşînê dixebitin û got ku dê bi rêxistinkirinê têkoşînê mezin bikin. Temellî bilêv kir ku êdî dem hatiye ku dawî li vê pergalê bê anîn û ev tişt gotin: "Çare HDP ye, vîna gelê Kurd e. Gelê Kurd bi salan e têdikoşe û ev têkoşîn ne ew têkoşîn e ku tawizê bide desthilatan. Ew dixwazin ev pergal wiha bidome. Dixwazin em bibin kole û nasnameya xwe înkar bikin. Dixwazin em biguherin. Lê wê ev pergal biguhere, ne em. Gelê Kurd ji her wextî bêtir dê bihêrs biçe ser sindoqan, ji lew re ev gel bedêl daye. Dengên gelê Kurd hêja ne, ji lew re dengên em sertîfîkaya bedêlên me ne."

SÛR

Şandeya ku Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevşaredara Sûrê ya qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin Fîlîz Bûlûttekîn, rêveberên rêxistina bajêr û endamên partiyê di nav de, li HDP'a Sûrê bi gel re civiya. Heyet paşê li taxa Mêrga Ahmedê serdana gel kir û guh li pirsgirêkên gel kir. Li vir Parlementerê HDP'ê yê Amedê baş kişand ser şer, tecrîd û aboriyê.

Taşçier destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşa li ser civakê ye û got: "Li cihê ku şer lê hebe demokrasî tune ye. Lewma divê em li dijî şer rabin. Li her çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Pereyê vî şerî ji berîka me dertê. Bi zorê ji me distînin û me birçî dihêlin. Li hemberî kê şer dikin? Li hemberî Kurdan. Ger em bi yekîtiyê li ber vî şerî rabin, dê bisekine." Taşçier bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got: "Min serê deh hevokan carekê behsa tifaqê kir, ji lew re pêdiviya me bi tifaqê heye, pêdiviya me bi yekîtiyê heye."

ÇÊRMÛG, PASÛR, REZAN

Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û yên pê re li navçeya Çêrmûgê bi gel re civiyan. Tosûn û yên pê re guh li pirsgirêkên gel kirin û gotin ku ew hêz açareseriyê ne. Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û yên pê re jî li navçeya Pasûrê serdana gel kirin û Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û yên pê re jî li gundê Mezrikê yê navçeya Rezanê û li Taxa 5'ê Nîsanê ya Rezanê bi gel re civiyan.