Dîmenê çekên ku gerîla dest danîne ser

Gerîla TV dîmenê çekên dagirkeran weşand ku di operasyona şoreşgerî de ya li Girê Hakkarî ji aliyê gerîla ve hatine desteserkirin.

Gerîla TV dîmenê gelek çek û cebilxaneyan weşand ku 26'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî di operasyona şoreşerî de hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dabû:

"Di vê operasyona şoreşgerî de 42 dagirker tevî fermandarên xwe hatin cezakirin. Di heman demê de 17 çeper, 2 çekên A4, çekek bombeavêj, depoyeke erzaqê, 2 sîstemên kamera yên mobesse, gelek çek û malzemeyên leşkerî bi temamî hatin îmhakirin. 4 çekên MPT-55, 4 dûrbînên çekên MPT-55, çekek bombeavêj, amûreke destnîşankirinê, çekek sekvaniyê ya taybet, dûrbîneke termal, telefonek, kasatûrayek ku navê Ogûzhan Alp li ser bû û 3 çavkaniyên hêzê hatin desteserkirin."